Piştî revandinê cenazeyên wan li Humsê hatin dîtin

Li nexweşxaneya Weir a bajarê Humsê cenazeyên 2 ciwanan hatin dîtin. Her du ciwan bi ciwanekî din re ji aliyê çekdarên nenas ve li gundê Hedasê yê gundewarê Humsê hatibûn revandin.

Piştî revandinê cenazeyên wan li Humsê hatin dîtin
8 nîsan, 2025   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li gundê Hedasê yê gundewarê Humsê 3 ciwan ji aliyê çekdarên nenas ve hatin revandin. Cenazeyên 2 ciwanên ji wan li nexweşxaneya Weir a bajarê Humsê hatin dîtin.

SOHR'ê diyar kir ku her sê ciwan li nêzî gund dixebitîn, û çekdarên nenas bi ser wan de girtin û di bin gefa çekan de ew revandin. Piştî çend saetan jî cenazeyên 2'yan hatin dîtin, lê çarenûsa yê 3'yemîn hîn nehatiye zanîn.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka 2025'an ve, li Sûriyeyê 483 di encama bûyerên wekî vê de hatine qetilkirin, ji wan 468 mêr, 8 jin û 7 zarok in.

(mh/fr)