Piştî peyama dîrokî: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan piştî ew qas salên dirêj, xewnek bû û pêk hat. Şêniyan got peyama Rêber Abdullah Ocalan girêdana wan bi azadiya wî ya fîzîkî ve xurttir kir.

Piştî peyama dîrokî: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin
Piştî peyama dîrokî: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin
Piştî peyama dîrokî: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin
Piştî peyama dîrokî: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin
15 tîrmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

9`ê Tîrmeha 2025`an, Rêber Abdullah Ocalan piştî nêzîkî 26 salên tecrîda girankirî li zindana Îmraliyê, peyameke bivîdeo da.

Li kolan û meydanan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li Helebê, kêfxweşiya xwe û hestên xwe anîn ziman. Şêniyan diyar kir ku têkoşîna wan dê berdewam bike û ji berê bihêztir be, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

‘PEYAMA DÎROKÎ Û NAMEYA AŞTIYÊ’

Meys Şaşo a ji Helebê got mirovên ku baweriya wan bi bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan heye, kêfxweşiya xwe anîn ziman û daketin kolanan.

Şêniya bi navê Sîham Hec Qenber a ji heman bajarî, tekez kir ku hestên wê yên dema dîtina rêber nayên vegotin, û destnîşan kir ku ew û malbata wê demek dirêj li benda vê gavê bûn û ew niha ji bo pêşerojê geşbîntir in.

Sîhamê da zanîn ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Neîma Xelîl jî hêviya xwe anî ziman ku ev payama rêber dê bibe destpêka azadiya wî ya fîzîkî, û destnîşan kir ku peyama rêber baga ji bo aştî û hevgirtina di navbera gelên herêmê de ye.

‘XEWNA DEHAN SALAN PÊK HAT’

Sedîqa Şêxmûs a dayika şehîd Kawa got dema wê Rêber Abdullah Ocalan piştî salên tecrîdê dît, yek ji xewnên wê pêk hat.

Sedîqayê li ser navê malbatên şehîdan, daxwaza azadiya rêber ya fîzîkî kir û tekez kir ku hêviyên şehîdan ji her demê bêhtir nêzîktirî pêkanînê ne.

Li Eyn Îsayê, hevserokê meclisa bajêr Sebrî Nebo da zanîn ku xuyabûna Rêber Abdullah Ocalan di peyama bivîdeo de, kêliyeke dîrokî bû û hêviya aştî û demokrasiyê nû kir. Ev peyam piştî salên dirêj ên têkoşînê serkeftineke siyasî bû.

Nebo her wiha got ku banga rêber ya ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoyek aştiyê ya berfireh divê ji aliyên welatên têkildar ve bi gavên pratîkî were bersivandin da ku rewşeke nû ya siyasî û aştiyane were bidestxistin.

Ji rêveberên Komîteya Jinan Zeyneb Xelîl got banga Rêber ji bo aştiyê dê di demek nêzîk de veguhere aştiyek rastîn û pêşketinek berviçav, û wekî gavek temamker ji bo vê veguherînê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber kir.

‘DENGÊ WÎ EM BI GIYAN KIRIN’

Hisên Haco yê ji Girkê Legê got: "Dengê Rêber Apo em zindî kirin. Me hest kir ku em ne bi tenê ne, ew bi ramanên xwe yên bêwestan û gavên xwe yên bi bawerî bi me re ye." Haco tekez kir ku ev bang xalek dîrokî ye di doza Kurdî de.

Şêniya bi navê Hacer Mihemed jî der brê mijarê got, "Gotinên ketin dilê me û ruhê berxwedanê vejand," Hcer banga bilindkirina têkoşîna gelêrî û siyasî kir, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber were bidestxistin.

Şêniyên bi navê Mihemed Remadan destnîşan kir banga Rêber projeya piştrast kir ku Neteweya Demokratîk rêya rastîn a çareserkirina krîzên herêmê ye, û tekez kir ku gotinên Rêber ne tenê peyamek bûn, lê belê nêrîneke kûr a siyasî û mirovî bûn ku asoyek nû ji bo aştiyê vedikin.

‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO TEMAM DIBE’

Raziya Îbrahîm jib ajarê Dirbêsiyê got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo me çavkaniya hêz û baweriyê ye. Her cara ku ew peyamên aştî û silavan dişîne, em bêtir pê ve têne girêdan û bêtir dixwazin rêya wî bişopînin. Peyama wî ya dawî bangeke eşkere ye ji bo her kesî ku beşdarî pêvajoya aştiyê bibin û tev li avakirina civatek demokratîk bibin.”

Bedîa Erebo ji ber dîtina rêber kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Dîtina rêber û hevdîtina wî bi malbat û hevalên wî re bi serê xwe serkeftinek e. Dema azadî û aştiyê hatiye.”

Mesûc Mihemed peyama Rêber Abdullah Ocalan wek peyamek sebir û biryardariyê nirxand û got ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin heya ku ew azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ BIDOMÎNIN’

Ehmed El Esed ê ji bajarê Şedadê jî got: "Piştî vê xuyabûna dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan em geşbîn in. Em bi salan li benda dengê wî bûn. Peyama wî ne ji bo gel an herêmek taybetî ye, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e, ji ber ku ew peyamek mirovî ye ku banga aştî û jiyana hevbeş dike. "

Şêniya bi navê Munteha Mihêmîd da zanîn ku di peyama rêber de mizgîniyên erênî hebûn û got: "Em piştgiriyê didin banga wî ya dawî ya çareserkirina krîzan bi diyalog û hezkirinê. Di encama têkoşîna gel me dîse rêber dît û peyama wî bihîst. Aştiya ku wî pêşniyar kir, kevirê bingehîn ê avakirina civakên aram e. "

Şêniya bi navê Fatma El Camûs kêfxweşiya xwe ya anî ziman û da zanî kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan di dilê bi milyonan kesan de hêvî ava kiriye.

Fatmayê her wiha got: "Em ji peyama rêber ku banga aştiyê dike kêfxweş in, û em ê bi rêya çalakî û meşan daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin. "

(k)

ANHA

Şedadê

eyn isa

girkê legê

heleb