Dayikên gerîlayan: Gerîlayan aştî hilbijart , gelo Enqere dê bersivê bide?

Dayikên gerîlayan destnîşan kir ku bersiva gerîlayan a ji banga Rêber Abdullah Ocalan re û şewitandina çekan ne paşvekişandin e, lê gaveke girîng ber bi aştiyê ve ye. Dayikan diyar kir ku divê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe yên li hember pêvajoyê pêk bîne.

Dayikên gerîlayan: Gerîlayan aştî hilbijart  , gelo Enqere dê bersivê bide?
15 tîrmeh, 2025   03:50
HESEKE
EBDILXENÎ EL HAMAN

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, komeke gerîla bi merasîmeke taybet, wek beşeke Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, çekên xwe şewitandin.

Li bajarê Til Temirê anku yek ji qadên herî berbiçav ên têkoşînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dayikên gerîlayan nêrîn û helwestên xwe li ser vê gavê anîn ziman.

Hemdiye Kûtî ya dayika şehîd Jînda û şervana HPG'ê Dîlber, got: "Ez wê şevê ranezam. Wêne belav dibûn û mirov diaxivîn. Min hest dikir ku agirê ku çek şewitand tiştek neşewitand, lê rêyek ronî kir. Tifinga keça min bû beşek ji xweliya aştiyê.”

Hemdiye wiha pê de çû: "Em naxwazin careke din werin xapandin, û em aştiyeke ku bibe hêncetek berdewamkirina siyasetên çewisandinê naxwazin. Berevajî vê, em aştiyeke ku bibe hêncetek ji bo parastina xwînê dixwazin, aştiyeke ku mafê me bide ku em bê tirs bi zimanê xwe navan li zarokên xwe bikin. "

Çinar El Yûsiv a dayika şehîd Bahoz Jînda jî der barê mijarê de got: "Dema min dît agir bi çekan ket, min cara yekem hest kir ku şer dibe ku raweste, û kurê min ê şehîd Bahoz dê bi rêya zarokekî din dîse zindî bib. Ji bo me, şewitandina çekan mîna şewitandina guleyek e ku dê li dilê dayikek din biketa ye.”

Her wiha got: "Dîmenê şewitandina çekan ne tenê tiştekî sembolîk bû, lê belê wekî daxuyaniyek siyasî ya kûr bû, ku berpirsiyariya zelal ji bo siberoja pêvajoyê da ser milê dewleta Tirk. Gerîlayan gavek avêt ku ne hêsan bû, lê ew gav gihîştina wan ya siyasî li nîşan dide. "

Çinarê got: "Pêngava ku ji hêla gerîlayan ve hat avêtin divê ji hêla siyasî û gel ve were pejirandin, ji ber ku ew nêzîkatiyek şaristanî û exlaqî ye û li gorî xwestekên gelên herêmê ye, divê her kes beşdarî parastin û pêşkeftina wê pêvajoyê bibe.”

Fahîme El Îbrahîm a dayika gerîla Jiyan Til Temir jî got: “Divê ev gav bi paşguhkirin an jî gurrkirinê neyê pêşwazîkirin. Divê dewleta Tirkiyeyê niyetek rast nîşan bide ku şer rawestîne û diyalogek cidî bide destpêkirin, da ku dawî li trajediya mirovî ya berdewam bîne.

Ev gav ne paşvekişandin e, lê gaveke mezin e ber bi aştiyeke berfireh û dadperwer ve. Gerîla tekez dikin ku ew şer naxwazin, lê di heman demê de, ew ê dev ji mafên xwe bernedin. Divê dewleta Tirk vê peyamê fam bike û bi berpirsiyarî pê re mijûl bibe.”

Qumra Heso ya dayika gerîla Jiyanê, got: "Dema ku min yekem car agirê darê û agirê çekê dît, çavên min tije hêsir bûn. Ew agir ronahiyek bû ku tarîtiya salên şer ronî kir."

Qumrayê tekez kir ku ev agir "dê dîwarê tirsê di navbera gelan de bişewitîne û çi qas hewl bidin wê vemirînin jî dê ji nû ve geş bibe.”

(k)

ANHA