Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê banga mezinkirina têkoşînê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir. Meclisê diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan rêbazê têkoşînê guhert ku ji bo bidestxistina azadiyê û avakirina civakeke demokratîk tê meşandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê banga mezinkirina têkoşînê kir
14 tîrmeh, 2025   20:03
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li hola Cezîrê ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. Endamên meclisê û nûnerên wê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de meclisê, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Endama meclisê Mîdye Miqtad, endama rêveber a Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Delal Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku banga dîrokî ya 9`ê Tîrmehê berdewama bangewaziya 27`ê Sibatê ya ji bo aştiyê û civaka demokratîk e ku rêbazê têkoşînê guhert.

Meclisê banga dîrokî, ji bo derbaskirina fikrê netewdewletê û avakirina aştiya civakî û meşandina siyaseta demokratîk bi gaveke girîng bi nav kir.

Di daxuyaniyê de meclisê got ew girêdayî fikrê Rêber Abdullah Ocalan, parastina destkeftiyên şehîdan e û di heman demê bang li aliyên têkildarî, hikumeta Tirkiyeyê kir ku pabendî sozên xwe be û li gorî giyanê pêvajoyê bi hesasyiyet kar bike.

Meclisê got dewleta Tirk berpirsê binpêkirina bangê û encamên nepabendîbûna wê ku dê li ser pêvajoya aştiyê xetere û gef be.

Di dawiyê de meclisê, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, tevahî civak azad bibin û şerên netewperestî rawestin, bang kir ku têkoşîn bê mezinkirin.

(şx)

ANHA