Piştî ku dewleta Tirk av girt darên li ber çemê Xabûrê tên birîn

Cotkarê bi navê Casim El Mihemed got ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Xabûrê girtiye, baxçeyên wan bê av mane û ji neçarî darên xwe dibirin.

23 cotmeh, 2024   04:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Casim El Mihemed ji gundê Til Sexir ê Hesekê ye. Mîna piraniya cotkaran bi rêya ava çemê Xabûrê zevî û baxçeyên xwe av dide. 

Lê bi girtina ava çemê Xabûrê ji aliyê dewleta Tirk ve, cotkar ketin tengasiyê û êdî li şûna ku daran biçînin, wan dibirin da ku hişk nebin.

El Mihemed li 15 donim erdê xwe tirî, hinar, mişmiş, şeftalî, hejîr, zeytûn û hirmî çandinine.

El Mihemed got: "Baxçeyên me geş bûn. Lê ji dema ku ava çemê Xabûrê hişk bûye, em gelek zehmetiyan dikişînin. Em nikarin sûdê ji ava baranê bigirin, ji ber ku darên me çandine yên havînê ne. Ji bo me ava çemê Xabûr girîng e."

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ava çemê Xabûrê bi temamî biriye. Tenê dema lehî radibin û destpêka biharê dema berfa li çiyayan dihele, avê berdide. Di encamê de rûbarên wê hişk bûn, zirarên mezin li zeviyên li dora çem bûn.

Şêniyên gundê Til Sexir ji ber wê, zeviyên xwe bi ava bîran av didin. Lê ava bîran jî zirarê dide zeviyan.

El Mihemed got: "Me bi xwêdana eniya xwe ev dar çandin. Lê ava çem hişk bûye. Em bi zehmetî sotemeniyê peyda dikin, ava bîran jî tehl e. Ji ber kêmbûna avê û tehlbûna ava bîran jî, zirar li rezê me bûn."

El Mihemed wiha domand: "Xisarên me mezin in. Ji ber kêmbûna avê me nêzî hezar dar ji dest dan. Hişkbûna çemê Xabûrê, zirarên mezin li me kir. Avdan jî gelekî zehmet e. Her kes dibêje biçînin û nebirin, lê em neçar in daran bibirin."

Çemê Xabûrê ji bakurê Kurdistanê tê û di bajarê Serêkaniyê re derbasî herêmê dibe. Dirêjahiya wê 320 kîlometre ye. Li ser beravên çem bi dehan gund hene. Bi çemê Ceqceq re dibe yek û digihêje Firatê.

(şx)

ANHA