‘Rêveberiya Xweser ji bo jinan modela herî guncaw e’

Çalakvan û siyasetmedarên jin behsa sûcên hovane yên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî kir û li hember wan sûcan banga avakirina eniyeke jinên sûriyeyî kir. Di heman demê de gotin Rêveberiya Xweser ji bo jinan jî çareseriya herî guncaw e.

 ‘Rêveberiya Xweser ji bo jinan modela herî guncaw e’
23 cotmeh, 2024   05:40
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Çalakvan û siyasetmedarên jin behsa sûcên hovane yên li dijî jinan ên li Idlibê, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî û tundiya li ser jinan kir.

Nivîskar û lêkolînera civakî Nîda Sadiq got: "Li ku derê cîhanê dibe bila bibe divê jin, dev ji maf û rêgezên xwe bernede. Ji bo ku civak bi pêş keve, divê nifşek rewşenbîr ku bikare edaletê û wekheviyê ji her du zayendan re bi dest bixe, mezin bike. Divê her du alî di jiyana pratîk û teorî de piştgiriya hev du bikin."

Nîdayê der barê rewşa jinan li herêmên dagirkirî de wiha axivî: "Divê em piştgiriya hev du bikin ji bo ku jinên li wan herêmên dagirkirî ji sûcên li dijî wan tên kirin, xilas bikin. Divê ew jî wan sûcan red bikin, serî hildin ji bo ku mafên xwe bi dest bixin."

Nîdayê behsa rêbazên piştgiriyê kir û got: "Divê çalakî, civîn û komxebat werin lidarxistin. Ji wan civînan, ji bo piştgiriya têkoşîna jinan li herêmên dagirkirî perspektîf bên dayîn. Divê jin xwe biçûk nebîne û xwe wek jêdera serxwebûnê û serîhildana li hember dagirkeriyê û her kesê vîna wê têk bibe, bibîne. Wê demê dikare ji xwe û gelê xwe re azadiyê û jiyaneke demokratîk bi dest bixe."

Çalakvan Zehra Hebîb a ji bajarê Laziqiyeyê jî got êş û zehmetiyên jinan di aloziyê de dozeke raya giştî ye û ji bo çareserkirina wê divê gavên cidî werin avêtin.

Zehrayê bal kişand ser girîngiya xwedîderketina jinan li hev du û serî li hember zulma li wan tê kirin hildin û got: "Destwerdanên derve, aloziya li welêt kûrtir kir. Ji bo ku tişta li ser me hatî kirin dubare nebe, divê em hevgirtina xwe ji berê bêtir xurttir bikin."

Zehrayê bang kir ku divê dengê jinên girtî di kongre û civînên jinan de yên ji bo çareserkirina aloziya welêt li dar dikevin, were ragihandin û wiha domand: "Em bi wan re ne. Em sûcên li dijî wan tên kirin, qebûl nakin. Ji ber ku her jinek, gel û civakî bi giştî ye, divê destpêkê em yek bin. Divê em layîqî vî karî bin û bi awayekî rast bi cih bînin. Em bi tundî sûcên li dijî jinan red dikin."

Her wiha nûnera Partiya Welatparêzên Azad Diya Ubeyd îşaret bi êşa jinan di aloziyê de kir û got: "Jinên sûriyeyî di 12 salên aloziyê de êş û zehmetiyên mezin kişandin. Li herêmên dagirkirî jî ev êş hîna berdewam e."

RÊVEBERIYA XWESER MAFÊN JINAN DIPARÊZE

Diyayê bang li jinên sûriyeyî kir ku ji bo dengê wan bigihêje raya giştî û ew jî piştgiriya wan bike, divê xîtabê wan yek be.

Diyayê bang kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser li bajarên din ên Sûriyeyê pêk were û got: "Bi rêya pergala hevserokatiyê, jin bi rêjeya ji sedî 50 tev li çêkirina biryarê dibe. Divê ev tecrube li seranserî Sûriyeyê pêk were. Bi rêya vê rêveberiyê, em dikarin mafên xwe vegerînin. Rola xwe ya çalak û cewherî di avakirina Sûriya siberojê de bilîzin."

Di dawiyê de Diyayê ji bo yekitiya Sûriyeyê û piştgiriya jinan li herêmên dagirkirî were kirin û ew axa dagirkirî were rizgarkirin, banga yekitiyê kir.

(şx)

ANHA