SOHR: Di bûyerên cuda de 5 kes li Sûriyeyê hatin qetilkirin

SOHR’ê diyar kir ku di bûyerên cuda li Sûriyeyê de, di nava 24 saetên dawîn de, herî kêm 5 kes hatin qetilkirin.

SOHR: Di bûyerên cuda de 5 kes li Sûriyeyê hatin qetilkirin
26 hezîran, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên borî de herî kêm 5 kes hatine qetilkirin.

Li Derayê, çekdarên nenas dema ciwanek di rêya pira xerbî ya Dera El Beled û Muhete re derbas dibû yekser gulebaran kir û di encamê de hate qetilkirin.

Li Dêrazorê jî, dewriyeya ewlekariya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dema hewl dida ciwanekî li taxa El Cora bigire, gule lê barand û qetil kir. Her wiha li gundewarê rojavayê Dêrazorê jî, di pevçûnek malbatî de ciwanek hat qetilkirin.

Girêdayî mijarê li gundewarê rojhilatê Idlibê jî, di encama teqîna mayînek ji bermahiyên şer li nava zeviyek li bajarokê Xan El Sibil de, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li Laziqiyê jî, çekdarên nenas li pêş Dêra Mar Teqla gule li ciwanekî barand û qetil kir.

(fr)