Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir

Di çarçoveya çalakiyên Yekitiya Jinên Ciwan ên bi navê "Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye" Jinên Ciwan ji xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şevbuhêrek organîze kir.

Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir
Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir
Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir
Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir
Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir
Jinên Ciwan li Dirbêsiyê şevbuhêrek organîze kir
24 nîsan, 2025   23:35
HESEKÊ

\Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi beşdariya şênî, ciwan, endamên sazî û meclisan şevbuhêrekek hunerî li Parka Şehîd Zevîn li dar xist. Şevbuhêrk di çarçoveya çalakiyên bi navê "Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye" de, hat organîzekirin.

Di şevbuhêrekê de koma Şehîd Mervan a Zarokan û koma Şehîd Zîlan a Tevgera Çand û Hunerê ya bajêr stran gotin, helbestvan Remziye Remendan û gelek jinên ciwan helbestên xwe xwendin.

Di şevbuhêrekê de şadî û kêfxweşiyê xwe da der û li ber stranan dîlan hat gerandin.

(fr)