Piştî êrişên DYA’yê petrol biha bû

Piştî ku DYA’yê êrişî Îranê kir, petrol ji sedî 2 biha bû û metirsî hene ku lihevkirin çênebe û Tengava Hurmuzê girtî bimîne.

Piştî êrişên DYA’yê petrol biha bû
26 gulan, 2026   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro êrişî Îranê kir, ji ber vê yekê buhayên petrolê zêde bûn. Metirsî hene lihevkirin çênebe û tengava Hurmuzê girtî bimîne. 

Petrola Brent ji sedî 2 biha bû û buhayê bermîleke wê bû 98.50 dolarê amerîkî. Buhayê bermîleke petrola rojavayê Teksas a DYA’yê jî bû 91.95 dolar.

(np)