Ciwanên ku li ser rêya Şam û Bêrûtê hatibûn revandin vegeriyan

Kesên bi navê Ziyad Selam û Ebilminim El Qentar ên ji Siwêdayê ku li Derayê hatibûn revandin, vegeriyan malên xwe. Şêniyên herêmê hikûmeta veguhêz tewanbar dikin.

Ciwanên ku li ser rêya Şam û Bêrûtê hatibûn revandin vegeriyan
23 mijdar, 2025   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên bi navê Ziyad Selam û Ebilminim El Qentar meha derbasbûyî dema ji Lubnanê vedigeriyan, li ser rêya Şamê û Bêrûtê winda bûbûn. Her du ciwan vegriyan malên xwe yên li Siwêdayê.

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ragihandin ku her du ciwan ji aliyê komeke çekdar a li Derayê ve hatibûn revendin û koma çekdar ji bo berdana wan pere xwestibûn.

Lê xizmên her du ciwanan hêzên hikûmeta veguhêz tewanbar kirin ku wan ew revandibûn.

(k)