Piştî agirbesta li Xezayê kuştina 280 kesî hate ragihandin

Hejmara qurbaniyan li Xezayê her ku diçe girantir dibe. Tîmên destwerdanê piştî agirbestê dikarin di nava bermahiyan de bigerin û cenazeyên di bin bermahiyan de veşartî derbixin.  Hate gotin 280 kes hatine kuştin, ji wan cenazeyên 256 kesan hatine derxistin.

Piştî agirbesta li Xezayê kuştina 280 kesî hate ragihandin
12 cotmeh, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nexweşxaneyên Xezayê aşkere kirin ku di 2 rojên destpêkê yên piştî agirbestê agirbestê de kuştina 280 kesan hate hînbûn. Ji Wan 256 cenaze ji bin bermahiyan hatin derxistin. Tê payîn hejmara qurbaniyan hîn girantir bibe.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî êrişên Îsraîlê yên ji destpêka şer li dijî Xezayê zirareke mezin gihand binesaziyê. Zêdeyî 430 hezar mal hatin ruxandin. An ku bi rêjeya 92% ji avahiyên Xezayê wêran bûne, di encamê de 61 milyon ton bermahî kom bû ye.

Berdevka Parastina Sivîl a Xezayê derbarê mijarê de ji Toreya CNN’ê re got ku tê texmînkirin ku hîn derdora 10 hezar Filistînî di bin bermahiyan de ne. Ev jî dibe sedema di rojên pêş de hejmara qurbaniyan hîn zêdetir bibe.

(dc)