Piştî 44 mehan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin

Rêber Abdullah Ocalan ku ev 44 meh bûn bi tu awayekî agahî jê nedihatin girtin, duh cara yekem bi biraziyê xwe û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin kir. 

Piştî 44 mehan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin
24 cotmeh, 2024   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava sîstema îşkence û qirkirinê de tê ragirtin, piştî 44 mehên astengkirina hevdîtinan, cara yekem bi biraziyê xwe û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. 

Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Bi Birêz Abdullah Ocalan re herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû hatibû kirin. Weke malbat me piştî bi salan di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina bi malbatê re mafekî qanûnî ye û em dixwazin şert û merc çi dibin bila bibin divê ev hevdîtin bidomin.”