Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro 2 têkoşerên xwe yên tevgera azadiya Kurdistanê Lemya Osê û Mihemed Emîn Îsmaîl, piştî 30 salan ji girtinê, pêşwazî kirin.

Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
Piştî 30 salan ji girtinê 2 têkoşer gihîştin taxa Şêxmeqsûdê
24 cotmeh, 2025   20:15
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Îro, 2 têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê Mihemed Emîn Îsmaîl (51) û Lemya Osê (53), piştî ji girîtgehên dewleta Tirk a dagirker hatin berdan, gihîştin taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê.

Ji bo keda wan a salan di girtîgehên dagirkeriya Tirk de û girêdana wan bi dozê di şert û mercên dijwar de, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her du têkoşer bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Di pêşwazîkirinê de agirbazî hatin avêtin, dayikan tilîlî kir, li def û zirneyê hat dayîn.

Têkoşer Mihemed Emîn Îsmaîl di têkoşîna xwe ya li Qarsê ya Bakurê Kurdistanê de di 1994ˊan de, ji hêla artêşa Tirk a dagirker hatibû girtin û têkoşîn Lemya Osê jî li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di 1994ˊan de hatibû girtin.

Her du têkoşeran di nava girseyê de axivîn, silavên girtiyan ji wan re anîn û diyar kir ku pêwîstî bi hembêzkirina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê, yên bi saya fedakariyên şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatine, heye.

(fr)