Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê

Di konserta piştgiriya QSDˊê ya li Dêrikê de beşdaran rola QSDˊê, weke hêzeke neteweyî ya Sûriyeyê ku ji bo pêkanîna aştiyê dixebite, silav kir.

Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
Li Dêrikê konserta piştgiriya QSDˊê
24 cotmeh, 2025   22:17
QAMIŞLO

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk li parka Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlêbûna xelkê bajêr û gundewarê wî, konsertek ji bo piştgiriya QSDˊê li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Akif Dirbêsiyê axivî û rola QSDˊê di pêkanîna aştiyê ji bo tevahî gelan de silav kir û got ew ê pabendiya xwe ya parastina şênî û herêmên xwe bidomînin.

Piştî axaftinê hunermên wekî Memo Can, Îtan Kobanî, Newroz Silêan û Şivan Cizîrî stranên neteweyî gotin û helbestvan Ferhad Merdê jî helbest xwendin.

Di çalakiyê de beşdaran li ber stranan govend gerand.

Çalakiyên hunerî û çandî ji bo piştgiriya QSDˊê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

(fr)