Pişkînerên IAEAˊyê ji nû ve vegerîn Îranê

IAEAˊyê ragihand ku, piştî êrişên Îsraîlê û Amerîkayê li dijî Îranê, pişkînerên wê ji nû ve vegerîn Îranê.

Pişkînerên IAEAˊyê ji nû ve vegerîn Îranê
27 tebax, 2025   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku piştî êrişên Îsraîlê û Amerîkayê li ser tesîsên nukleerî yên Îranê di Hezîranê de, careke din tîmek pişkînerên (mufetîş) ajansê vegerîn Îranê.

IAEAˊyê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê yên bi piştgiriya Amerîkayê li dijî 3 tesîsên nukleerî, Tehranê ji 13ˊyê Hezîranê ve hevkariya xwe taloq kiriye.

Di hevdîtineke bi kanala "Fox News" a Amerîkayî re, Grossi destnîşan kir ku tîmê ji nû ve dest bi xebatê kiriye û got "Li Îranê gelek tesîsên nukleerî hene û hin jî hatin bombebarankirin. Em tedbîrên pratîkî yên ji nû ve xebitîna li wir gotûbêj dikin."

Ev yek, di heman roja ku Îran, Brîtanya, Frans û Almanyayê li Civînêvê dan û satndin dikirin ku ji aktîvkirina "mekanîzmeya tetîkê" û jinûve ferzkirina cezayan li ser Tehranê dûr bikevin de, pêk hat.

Cîgirê wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerbî Abadî diyar kir ku "Dema hatiye ku her sê dewletên Ewropî bi vebijêrka rast rabin û dîplomasiya dem û rûberê bidin."

Ger Îranê pabendbûnên xwe pêk neanîn, li gorî "Mekanîzmaya Tetîkê" ya di peymana nukleerî ya 2015ˊan de heye, Konseya Ewlehiyê dikare jinûve cezayan li ser Îranê ferz bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şerê Îsraîlê ya 12 rojan dewam kiriye, dan û standinên nukleerî sekinandin û hevkariya Îranê bi IAEAˊyê re taloq kir.

Dewletên rojavayî û Îsraîlê destnîşan dikin ku Tehran hewl dide çekên nukleerî bi dest bixe, lê Îranê vê yekê derew dixe û diyar dike ku mafê wê yê pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî ji bo armancên sivîlane heye.

(fr)