Netanyahu komkujiya Ermeniyan nas kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu komkujiya ku dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li dijî Ermeniyan kiriye, nas kir. ir.

Netanyahu komkujiya Ermeniyan nas kir
27 tebax, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Maarîf a Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja sêşemê di hevpeyvînekê de bi Podcastek Amerîkî re, cara yekem kuomkujiya ku ji hêla dewleta Osmanî ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li dijî Ermeniyan pêk hatiye, nas kir.

Rojnameyê ragihand ku pêşkêşvanê Podcastê bal kişand ser komkujiya Holokostê ya ku ji hêla piraniya dewletên cîhanê ve hatiye naskirin û kêmasiya nenaskirina qirkirina Ermenî, Asûrî û Yewnaniyan û ji Netanyahu pirsî, "Ji hemû welatan bêhtir ku diviyabû komkujiya dijî Ermenî Asûrî û Yewnaniyan nas bikira, Îsraîl bû."

Der barê pirsa çima Îsraîlê dereng ma de Natanyahu got "Bawer dikim me ew yek kir, Knessetê biryarek ji bo wê yekê dabû."

Di navbera salên 1915 û 1916`an de gelê Eremenî ji hêla dewleta Osmanî ve rastî komkujiyê hat, di encamê de 1.5 mîlyon Ermenî hatin kuştin.

(k)