Pirtûka 'Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' hat weşandin

pirtûkek bi navê 'Şehîd namirin-Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' hat weşandin. 

Pirtûka 'Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' hat weşandin
24 adar, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Şoreşgerên enternasyonal ên ku ji bo Şoreşa Rojava di bin sîwana YPG'ê de tevli nava têkoşînê bûn, bi navê 'Şehîd namirin-Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' pirtûkek amade kirin. Pirtûk, cih dide beşên jiyana şoreşgerên enternasyonal ên ku di pêvajoya şoreşê de jiyana xwe ji dest dane. Pirtûk dê di 24'ê Adarê de ji bo bîranîna Roja Şehîdên Enternasyonal were nasandin.

Pirtûka ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPG'ê û Enternasyonalên YPG'ê ve hat nivîsandin û du pêşgotinên wê hene, tevî arşîva YPG-YPJ-QSD'ê her wiha ji malbatên şehîdan jî têkildarî jiyana şehîdên enternasyonalîst agahî hatin bidestxistin.

Di pirtûkê de paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan tê danasîn

Di pirtûkê de piştî pêşgotinê Şoreşa Rojava, YPG-YPJ tên nasandin, bûyerên li Sûriyeyê bi serê Kurdan ve hatine têne vegotin, paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û wateya asta şehadetê tê vegotin. Şoreşgerên enternasyonalan ku li Kobanê, Hesekê, Reqa, Minbicê, Efrîn û Serêkaniyê tevli berxwedanê bûn û jiyana xwe ji dest dan di pirtûkê de tê vegotin.

Di pirtûkê de wêne û agahiyên li ser şehîdan jî hatin weşandin.Di pirtûkê de qala têkoşîna 54 şehîdan tê kirin. we pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Almanî, Fransî û Spanî jî bê wergerandin

Pirtûka ku sala 2022'yan amadekariya wê dest pê kir, bi Îngilîzî hat nivîsandin. Pirtûk li warê ku enternasyonalan lê jiyana xwe ji dest dane, ango li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meha Adarê hat çapkirin. Pirtûk wê ji malbatên şehîdên enternasyonal re bê şandin û di heman demê de li welatên cuda jî bê çapkirin. Pirtûka ku bi zimanê Portekîzî jî amade ye, di dema li pêş de wê bi Kurdî, Erebî, Elmanî, Fransî û Spanî jî bê wergerandin.