Li Derayê 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Tefesê yê Derayê di êrişeke çekdarî de 2 çekdarên komeke xwecih hatin kuştin.

Li Derayê 2 kes hatin kuştin
24 adar, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  (SOHR), li nêzî saziya çementoya li bajarê Tefesê yê rojavayê Derayê êrişeke bi guleyan ji aliyê kesên nenas ve hat kirin. SOHR’ê diyar kir ku di êrişê de 2 çekdarên komeke xwecih hatin kuştin.

Li gorî  daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve di encama aloziya ewlehiyê ya li Derayê de 79 kes hatin kuştin. SOHR destnîşan kir ku piraniya kuştiyan leşkerên Şamê, alîgirên wê  û sivîl in.

(bb)