‘Têkoşîna me dê neyê rawestandin’

Jinan di sersaxiya Xalîde Îsa û kurê wê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze rê li ber têkoşîna jinan bigire û got “Em soz didin têkoşîna hevpar a jinan bidomînin.”

‘Têkoşîna me dê neyê rawestandin’
‘Têkoşîna me dê neyê rawestandin’
30 tebax 2024   05:10
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Şêniyên Qamişloyê sersaxiyê didin malbata Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman ku duh di encama teqînekê de li taxa Enteriyê ya Qamişloyê şehîd bûbûn. 

Der barê bûyerê de jinên di merasîma sersaxiyê de ji ajansa me re axivîn.

Necat Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya sîxuran êrişî gelan li herêmê dike, tu carî ew serê xwe li ber dijminên xwe natewînin û got: “Dewleta Tirk dixwaze rê li ber têkoşîna jinan bigire. Bila bizane têkoşîna me nayê rawestandin.”

Necat Mûsa destnîşan kir di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de her di nava berxwedanê de ne û wiha anî ziman: “Em dayik soz didin li ku deverê were xwestin em ê têkoşîna hevpar a jinan bidomînin.”

Necat Mûsa bal kişand ser hebûna hêzên garantor li herêmê û bêdengiya wan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ser esasê parastina me hûn hatine vir, me tiştek ji parastina we nedît. Hûn xwe eleqedarî mafên mirovan dibînin, me mafên mirovan li cem we nedîtin.”

Fatima Ebdullah jî da xuyakirin ku malbata dayika Xalîda Îsa malbateke welatparêz e û hemû endamên malbata wê di nava şoreşê de xebatê dimeşînin.

Fatima Ebdullah got dewleta Tirk a dagirker bi hovîtiya xwe navdar bûye, bi heman hovîtiyê êrişên xwe li ser herêma wan ranawestîne û wiha dom kir: “Erdogan çi bike jî em ê li dû şopa şehîdên xwe bin.”

ANHA