Pîrejina koçber êş û azarên koçberiyê vegotin

Di konekî riziyayî de pîrejina bi navê Şêrîn pêşwaziya mêvanên dike ku hatine sersaxiyê. Neviyê wê berî çend rojan ji ber pêvedana marekê jiyana xwe ji dest daye. Şêrîn dibêje "Niha jî ji ber mirina zarokên me kezeba me dişewite. Em dixwazin vegerin malên xwe.”

Pîrejina koçber êş û azarên koçberiyê vegotin
31 tîrmeh, 2025   06:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED – BILIND HACÎ

Li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ku li bajarê Hesekê ye, 26`ê Tîrmehê marekî bi zarokekî veda. Zarokê 2 salî yê bi navê Hemîd rakirin binkeya tendurisityê ya kampê û ji wir jî rakirin nexweşxaneyeke Hesekê, lê di dawiyê de jiyana xwe ji dest da.

Koçberên li kampê ji bo sersaxiyê diçin konê malbata wî. Pîrejina bi navê Şêrîn Nasan ku dapîra Hemîd e, li bin kon pêşwaziya mêvanan dike.

Şêrîn der barê êş û azarên koçberiyê de ji ajansa me re axivî: "Di hundirê kon de, mar 3 caran bi sînga zarok veda, me nedizanî ku mar di kon de heye, me nedizanî mirin li ber serê me ye.”

Şêrînê axaftina xwe wiha domand: "Em nizanim ka gelo hîna êşên ji vê mezintir li pêşiya me hene? Em di rewşên giran de dijîn, bi ser de jî zarokên me ji dest me diçin. Kes êş û azarên me nabîne, tenê yên di germahiyê de û bi tirs radizên vê êşê dizanin.”

Şêrînê ku neviyê wê li ber çavê wê ji dest çûye, tenê daxwazeke wê heye; vegere warê xwe: "Em di vê germê de di konên rizyayî de dijîn, germahiya di hundirê konan de zêde dibe, bi salan e em vî derdî dikişînin, êşa me bi dawî nabe, em gihaştin wî halî ku êdî zarokên me ji dest me diçin. Em êdî tiştekî naxwazin, tenê dixwazin vegerin bajarê xwe û malên xwe, em dixwazin ji vê êşa bi salan xelas bibin. "

Kampa Waşûkanî sala 2019`an ji bo bicîkirina koçberên Serêkaniyê yê dagirkirî, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin. 2 hezar û 400 malbat anku 17 hezar kes li kampê dijîn.

(k)

ANHA