Pira Hisêniyê careke din ket xizmetê
Piştî xebatên sererastkirinê, Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Pira Hisêniyê ya li ser Çemê Firatê xist xizmetê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê 21’ê Kanûna 2024’an xebatên sererastkirina Pira Hisêniyê (Herbî) ya li ser Çemê Firatê dabû destpêkirin.
Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê pir li pêşiya çûn û hatinê vekir.
Pira Hisêniyê ku di navbera bajarokê Hisêniyê û bajarê Dêrazorê de ye, yek ji 3 piran e ku rojhilatê Çemê Firatê bi rojavayê wê ve girê dide. Pira Hisêniyê ku dirêjahiyê pirê 220 û firehiya wê 10 metre ye, bi xebata hevpar a Gerînendetiya Xizmetan a Kantona Dêrazorê û Şîrketa Şemal, bi lêçûna 45 hezar dolarî hat sererastkirin.
Sererastkirina pirê dê zehmetiyên çûn û hatina di navbera her du aliyên çemê Firatê de sivik bike, ji ber ku şênî bi rêya keştî û ferîbotan diçûn û dihatin. Lêçûna çûn û hatinê ya kesekî tenê di navbera 5 hezar -15 hezar lîreyê Sûriyeyê de bû. Her wiha heqê çûn û hatinê ya bi erebeyan 100 hezar lîre bû. Pir dê tevgera bazirganî, aborî û çandinî geş bike.
5 pirên sereke; Meyadîn, Eşara, Mueleq, Siyasî û Hisêniyê (Herbî) li herêmê hene.
(bb)
ANHA