Şehîd Beşar Kidro û Elaa El Elî hatin oxirkirin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Elaa El Elî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro bi dirûşman li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê yê Reqayê hatin definkirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro ku 12’ê Adarê û şervanê QSD’ê Elaa El Elî ku 13’ê Adarê şehîd bûbûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hatin oxirkirin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Hezîmayê Xebat Ehmed axivî.
Xebat Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da û anî ziman ku şehîd sembola sekn û fedakariyê ne û got: "Teror nikare meşaleya azadiyê ya ku lehengan pêxistiye, vemirîne."
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El Tirkan jî axivî û got xwîna şehîdan siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê afirand. Her wiha anî ziman ku ezmûna Rêveberiya Xweser berhema keda şehîdan e.
Mişleb El Tirkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser destûra desthilata Şamê û got: "Gelê vê herêmê keda dane ne ji bo ku rejîma siyasî ya berê vegerin, lê modeleke demokratîk ava kirin ku li ser asta Sûriyeyê mînak e. Danezana destûrê nûnertiya îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake."
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" spartin axê.
(bb)
ANHA