Pira Dêrazorê ji nû ve tê çêkirin

Li Dêrazorê pira li ser çemê Firatê ku bi navê Pira Leşker tê zanîn û herdu aliyên bajêr bi hev ve girê dide û di êrişan de hilweşiya bû, ji nû ve tê çêkirin.

Pira Dêrazorê ji nû ve tê çêkirin
21 kanûn, 2024   16:07
DÊRAZORÊ

Îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrezorê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê projeya nûavakirina pira leşker a ku her du aliyên çemê yên rojhilat û rojava bi hev ve girê dide, destpê kirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Nûrî El Xelîl diyar kir ku ji bo pêşîgirtina derbasbûna şaneyên çeteyan û qaçaxçiyên madeyên hişbir, pira berê hatibû rûxandin.

El Xelîl got: "Em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê dest bi vê projeyê dikin ku derbasbûna şêniyan û tevgera bazirganî û çandiniyê hêsan bibe. "

Li Dêrezorê 3 pirên li ser çemê Firatê hene ku rojavayê wê bi rojhilatê wê ve girê didin, ji ber şer hemû pir hatine hilweşandin.

(k)