Peymangeha Bilind a Hunerî tê vekirin

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi armanca pêşxistina zanistana hunerê ya şoreşê û avakirina kadroyên wê, amadekariya vekirina Peymangeha Bilind a Hunerî ya Rojava tê kirin.  

Peymangeha Bilind a Hunerî tê vekirin
Peymangeha Bilind a Hunerî tê vekirin
Peymangeha Bilind a Hunerî tê vekirin
Peymangeha Bilind a Hunerî tê vekirin
8 îlon 2024   07:10
QAMIŞLO

 Şoreşa 19’yê Tîrmehê ku li herêmê û cîhanê deng vedaye, di qada çand, huner û sînemayê de jî zihniyetek nû di afirîne. Xebatên wekî muzîk, şano, govend, sînema û şêwekariyê ku ji destpêka şoreşê ve tên meşandin, di sala 13’an de ji bo asta pisporî û afirîneriyê tên veguhestin. Bi vê mebestê wê di meha cotmehê (2024) de Peymangeha Bilind a Hunerî ya Rojava bê vekirin.

Amadekariyên peymangehê bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û bi desteka Zanîngeha Rojava, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê ve tên meşandin.

Peymangeh wê girêdayî Desteya Çandê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên xwe bimeşîne û navenda wê li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê be.

AMADEKARÎ BI DAWÎ DIBIN

Li gorî agahiyên ku rêveberên TEV-ÇAND û Desteya Çandê dane ANHA’yê, amadekariyên peymangehê ji sedî 95 bi dawî bûne. Her wiha rêveberiya peymangehê jî hatiye diyarkirin û dest bi qebûlkirina serlêdanên şargirtan hatiye kirin. 

BI 3 BEŞAN WÊ DESTPÊ BIKE

Hevseroka Peymangeha Bilind a Hunerî ya Rojavayê Sîham Dawud da zanîn ku peymangeh wê bi beşên muzîk, şano û sînemayê dest bi dema xwendin û fêrbûna hunerî bike, lê di dema pêş de wê li gorî pêdivî û daxwazan beş werin zêdekirin. Sîham Dawud anî ziman ku dema xwendina peymangehê wekî 3 sal hatiye diyakirin û wê ji 70 û 90 şagirtan qebûl bikin. Temenê xwendinê jî wekî ji 18 heta 26 saliyê hatiye diyarkirin.

Tê plankirin ku peymangeh di10’ê Cotmehê de bi awayekî fermî bê vekirin. Ji bo vê yekê jî dema qebûlkirina serlêdanan hatiye destpêkirin. Şagirtên ku dibistana amadeyî bidawî kirine, her wiha kesên ku dibistana seretayî û navîn xwendine û qabîliyeta wan a hunerî heye jî wê karibin serlêdanê bikin. 

NAVENDÊN SERLÊDANÊ

Şargirtên ku dixwazin li peymangehê bixwînin wê karibin li Zanîngeha Rojava ya bi Qamişlo, Zanîngeha Kobanê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) a Kantona Efrîn-Şehbayê navên xwe bidin nivîsandin.

Piştî serlêdanan ji bo qebûlkirina beşên peymangehê wê di navebar 16 û 21’yê îlonê (2024) de ji bo xwendekarên ku dibistana amadeyî bidawî kirine, ezmûn werin çêkirin.

Ji bo xwendekarên ku dibistana seredayî û navîn qedandine jî wê di navbera 22 û 30’ê îlonê (2024) de li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê ezmûn werin çêkirin.

Li gorî encama ezmûnan jî xwendekar wê li beşan werin bicîhkirin.

 ‘DI AVAKIRINA ŞOREŞA ZÎHNIYETÊ DE XWEDÎ ROL E’

Sîham Dawud destnîşan kir ku şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê di hemû qadên jiyanê de gelek guhertinên bingehîn çêkirine û yek ji van guhertinan jî di qada çand û hunerê de pêk hatiye. Sîham Dawud bibîr xist ku tevgera çandê ya herêmê gavên girîng avêtine û niha derbasî asteke jortirîn dibin û wiha dom kir: “Hat dîtin ku xebatên tên meşandin girîng in, lê têrî bersivdayîna vê demê û pêdiviyên avakirina civaka demokratîk nakin. Lewma di encama xebatên berfireh de pêwîstî hat dîtin ku bi rêya perwerdeyên akademîk kadroyên zanistî yên hunerê bên avakirin. Qada hunerî di avakirina şoreşa zihniyetê de, di guhertina civakê de roleke sereke dilîze. Lewma şagirtên ku wê li peymangehê bixwînin, hem wê bi rengekî akademîk xwe perwerde bikin, him jî wê rola xwe ya di guhertina civakê de bilîzin.”

(a)

ANHA