Di topbarana Şêrawayê de koçberek şehîd bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser bajarokê Şêrawayê de Xalid Mihemed şehîd bû.

Di topbarana Şêrawayê de koçberek şehîd bû
Di topbarana Şêrawayê de koçberek şehîd bû
7 îlon 2024   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser bajarokê Şêrawayê ya kantona Efrîn û Şehbayê de welatiyek şehîd bû.

Navê welatî Xalid Mihemed Mihemed e, navê dayikê Xaliya ye. Xalid Mihemed koçberê ji bajarokê Bilbilê yê Efrînê ye.

(fr)