PDKʹê nehişt 2 jinên hunermend derbasî Rojava bibin

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku desthilatên PDKʹê nehişt hunermend Amal El Meslosî û Şadî Xelamî derbasî Rojava bin.

PDKʹê nehişt 2 jinên hunermend derbasî Rojava bibin
PDKʹê nehişt 2 jinên hunermend derbasî Rojava bibin
7 îlon, 2024   21:24
KOBANÊ

Li gorî çavkaniyan, îro desthilatên PDKʹê nehişt hunermenda Tunisî Amal El Meslosî û hunermeda Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Her du hunermendan xwest beşdarî Festîvala Şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bibin.

Çaverê bû her du hunermend îro bigihîştana bajarê Kobanê, da ku sibe di roja sêyemîn de beşdarî festîvalê bibûna.

Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem di roja xwe ya duyemîn li Kobanê dewam dike.

(fr)

ANHA