Li Baxozê Festîvala Xurmeyan a 3’yemîn pêk hat

Li bajarokê Baxozê yê Dêraozrê Festîvala Xurmeyan a 3’yemîn hat lidarxistin. Di festîvalê de 40 cureyên xurmeyan hatin pêşandan.

5 îlon 2024   15:12
DÊRAZOR

Li bajarokê Baxozê yê kantona Dêrazorê Festîvala Xurmeyan a 3’yemîn hat lidarxistin. Ev 3 sal e şêniyên herêmê û saziyên civaka sivîl festîvalê li dar dixin. Îsal 40 cureyên xurmeyan hatin pêşandan.

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û endamên saziyên civaka sivîl, her wiha bi seden kes li festîvalê bûn.

Bajarokê Baxozê bi darên xwe yên xurmeyan navdar e. Li gorî Şaredariya Baxozê zêdetirî 13 hezar darên xurmeyan li bajarok hene. Xurmeyên Baxozê ji tevahî herêmên Sûriyeyê re jî têne şandin.

Beşdarên festîvalê nêzî 40 cureyên xurmeyan ên wekî Tiliyên Zeynebê, Milêhî, Zahidî, Xesta, Lûlû, Tiliyên Zava, Peqlawa, Berhî û Xinêsir pêşkêş kirin.

Di destpêka festîvalê de rûspî û rêveberên saziyan axivîn û behsa şaristaniya kevnar a herêmê hat kirin û girîngiya festîvalê hat vegotin.

Piştre zarokan şanoyeke li ser girîngiya çandiniyê û danasîna xurmeyên Baxozê pêşkêş kir.

Komîteya têkildar kalîte û cureyên xurmeyan nirxandin û li gorî wê yên serkeftî hilbijartin. Cotkar Ehmed Teysîr El Merasum bû yekemîn, Hemdiye Ehmed El Hisên bû duyemîn û Mihemed Ebdulhey Akul jî bû sêyemîn.

Di dawiya festîvalê de cotkarên serkeftî hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA