Malbat û parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Reber Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbat û parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
6 îlon, 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 42 meh e tu agahî jê nayên girtin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê da.

Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’yan de her yek jê ji bo 3 mehan, herî kêm 7 cezayên disiplînê li Rêber Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayên parvekirin.