ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 6ʹemîn şahiyek li dar xist. Axêveran got bi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirin.

ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
ʹBi saya şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser tê pîrozkirinʹ
7 îlon 2024   22:14
REQA

Di şahiyê de hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a Kantona Reqa, Meclisa mlabatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn. 

Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û Evîn Siwêd axivîn.

Her wiha li ser navê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka desteyê Fatme Behboh axivî û got: "Destpêkê em bejna xwe li hember şehîdên di oxira vê welatî de canê xwe dane, ditewînin."

Fatme wiha domand: "Em bi serbilindî vê rojê, salvegera 6ʹan a salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Ev salveger me ber bi avakirina projeyek demokratîk a bi hêz û hevgirtî ve dibe. Damezrandina Rêveberiya Xweser gaveke girîng bû ku gelê me mafên xwe yên neteweyî yên rewa vegerîne. Em careke din vê boneyê li gel, hêzên xwe yên leşkerî pîroz dikin."

Li ser navê MSDʹê hevserok Leyla Qereman axivî û got: "Em vê boneyê li we pîroz dikin. Ev rêveberî bi saya fedakariyên şehîdan hat avakirin."

Leyla wiha domand: "Gelê birûmet, wek hûn dizanin ev rêveber di rewşên siysasî û cîhanî yên herî girêk de hat damezrandin. Gelê me bi saya baweriya xwe ya xurt tevahî astengî derbas kir, biratiya gelan, aştiya şêniyan, jiyana hevbeş parast û ji sûriشyeyiyan re modeleke bêhempa pêşkêş kir."

Li ser navê QSDʹê yek ji fermandarên QSDʹê Mehmûd Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em îro bi vê boneya gewre ku salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e pîroz dikin. Ev rêveberî li ser xeta şehîdên mîna Feysel Ebû Leyla, Mahir Heleb, hevrê Ednan Ebû Emced ku xelkê Reqayê ne, meşiya."

Mehmûd Kobanê got gelî hevalan timaker gelek in, lê bi saya fedakariyên şehîdan û QSDʹê, bi saya hevgirtina xelkê herêmê planên wan hatin rawestandin. QSDʹê amade ye bersiva her êrişên dijminan bidin.

(fr)

ANHA