Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêniyan re civiya
Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li pêşniyar û daxwazên şêniyên Hesekê yên têkildarî ewlehiya herêmê guhdar kir.
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, civînek li Hola Serdemê ya bajarê Hesekê li dar xist.
Şênî, nûnerên saziyên sivîl, hevserokên komîn û meclisan, rûspiyên êlên Hesekê, Til Temirê û Zirganê û endamên nivîsgehên Saziya Ewlehiya Giştî û Sûcan û Ewlehiya Bendan tev li civînê bûn.
Ji bo birêvebirina civînê, dîwanek bi serokatiya rêveberiya Nivîsgeha Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serheng Doran El Haşimî, rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê serheng Cemala Hesen û endama Rêveberiya Trafîkê ya Hesekê Sîmav Mao hate avakirin.
Destpêkê dîwanê li rexne, nirxandin û pêşniyarên şêniyan ên têkildarî ewlehiya herêmê guhdar kir.
Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev civîn di çarçoveya civînên asayî de li dar ketiye da ku li daxwazên şêniyan guhdar bikin û astengiyên derdikevin bi şêniyan re derbas bikin.
Ev civîn dê di rojên bê de li bajar û 7 kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelemperî li dar bikevin.
(şx)
ANHA