Di êrişa li Til Rifetê de 2 jin û zarokek birîndar bûn

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê de zarokek û 2 jin birîndar bûn.

Di êrişa li Til Rifetê de 2 jin û zarokek birîndar bûn
7 îlon 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker 5’ê Îlonê bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê bi guleyên doçka êriş kiribû. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dagirkeran ji baregehên xwe yên li gundewarên Ezazê, Til Rifet gulebebaran kiribû û di encamê de zarokek û 2 jin birîndar bûn. 

Rêxistinê diyar kir ku birîndar hîna li nexweşxaneya Til Rifetê tên dermankirin.

Li gorî rêxistinê navên birîndaran wiha ne: Zeyneb Elî Mûsa (55) û Nûra Mamed Hemdûş (16) ji bajarokê Kefer Cene yê bajarê Şêrayê ne, Horiye Mihemed Weqfê (41) ji gundê Qestel Miqdad ê bajarokê Bilbilê ye.

(bb)