Yek ji encama peymana Enqere-Bexda: 15 kes hatin qetilkirin

Piştî peymana qirkirin û dagirkirinê ku navbera dewleta Tirk û Iraqê de hate îmzekirin; di 23 rojan de 15 welatî û rojnamevan hatin qetilkirin.

Yek ji encama peymana Enqere-Bexda: 15 kes hatin qetilkirin
8 îlon 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Di 15`ê Tebaxa 2024`an di navbera Enqere-Bexdayê de peymanek hate îmzekirin. Piştî vê peymanê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser welati û rojnamehgerên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê zêdetir bûn. Li gorî daneyên fermî me berhev kirine ji piştî îmzekirina peymanê ango di 23 rojan de li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê encama êrişên balafirên keşfê û topbaranê de 15 welatî û rojnamevan hatin qetilkirin û 10 jî birîndar bûn.  

Ji 15`ê Tebaxa 2024`an heta 8`ê Îlona 2024`an daneyên êrişan wiha ne;

* Di 19`ê Tebaxa 2024`an de navbera Nexweşxaneya Dil û Çav û Postexaneyê ya bajarê Qamişlo de balafira keşfe ya dewleta Tirk a dagirker êrişek pêk anî. Di vê êrişê de şoreşgerê 32 salan û yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê Îsmet Unver (Tekîn Goyî) şehîd ket.

* Di 19`ê Tebaxa 2024`an balafireke kamikaze ya artêşa Tirk a dagirker bajarokê Şêrawa yê girêdayî Efrînê bombebarankir. Di encamê de welatiyên bi navê Yûsif El Aric (27) ji gundê Ziyaretê ye, Mistefa Rifet Şêxo (28) ji gundê Meydan Ekbez birîndar bûn.

* Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîta ku rojnamevanên çapemeniya azad tê de bûn bombebarn kir û di encama êrişa hovane de, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Herwiha yek bi giranî 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

* Di 28`ê Tebaxa 2024`an de li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan û geraca otubîsan a li taxa Enteriye ya li rojhilatê Qamişloyê teqiya, di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) şehîd bûn.

* Di 29’ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagiker gundê Um Rebî (5 km dikeve rojhilatê bajarê Amûdê) li ser rêya Amûdê-Qamişloyê bombebarankir. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hanî Xelef El Xelef şehîd bû û welatiyek birîndar bû.

* Di 30`ê Tebaxa 2024`an de artêşa Tirk a dagirker gundê Til Leben ê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi obîsan topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Hamid El Casim (30) birîndar bû.

* Di 3`ê Îlona 2024`an balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Um El Fursan a Qamişloyê pêk anî. Di encama êrişê de endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Dijwar Qamişlo (Metîn Dince) şehîd ket.

* 3`ê Îlona 2024`an dewleta Tirk a dagirker gundê Mêrge Hewş ya ser bi zozanên Sinîn ya li bajarokê Sîdekayn ya girêdayî Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê topbaran kir. Di encama vê êrişê de jî welatiyê bi navê Bedî Kemal şehîd ket.

 * Di 4`ê Îlona 2024`an de dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Di encamê de welatiyek bi navê Muzefer Hisên Xidir bi nasnav Muzafer Mozo û her du kurên xwe yên bi navê Mihemed û Mubin re şehîd bûn.

* Di 5`ê Îlona 2024`an de balafirên keşfê yên biçek ên dewleta Tirk a dagirker navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê erebeyek bombebarankir. Di encama vê êrişê de welatiyê bi navê Bûrhan Seîd (38) û her du zarokên wî şehîd ketin.

* Di 7ʹê Îlona 2024ʹan de di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Şêrawayê ya kantona Efrîn û Şehbayê de welatiyê bi navê Xalid Mihemed şehîd bû.

ANHA