Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hefteya borî de di rojevên xwe de behsa agirbesta li Xeza, xetereyên guhartina yasaya  rewşa kesane li Iraqê û têkiliyên Îranî-Rûsyayê kir.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
8 îlon 2024   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî dan û standinên agirbesta li Xezayê nûçeyek bi sernavê ‘Pêşniyara Amerîkayê û pirsgırêk neçareserkırî ne: Nîşaneyên gurbûna şer’ weşand. Rojnameyê diyar kir ku li ser lihevkirina guhertina dîlgirtiyan û agirbestê, her kes bedbîn e.

Rojnameyê destnîşan kir ku "pêşniyara çareseriyê" ku di çend rojên dawîn de rojev bû, xuya ye ku di 2 rojên bê de behsa wê nayê kirin, nemaze ku çaverê bû duh yan jî îro bihata pêşniyarkirin. Ev jî agahiyan piştrast dike ku pirsgirêkên di dan û standinan de çareser nebûne û tu pêşketineke cidî nîn e.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, wiha nivisî: "Hemasê daxwaza serbestberdana heman hejmara dîlgirtiyan dike ruxmî ku hejmara dîlgirtiyên sax ên Îsraîlê kêm bûye. Xuyaye tu lihevkirin di asoyan de tune ne. Ji ber ku her aliyek pê dihese ku aliyê din naxwaze li hev bike. Îsraîl her tim hewl da lihevkirin çênebe. Dan û standinên niha têne kirin, ne cidî ne, ji ber ku ne bi Hemasê re ne lê bi Washington û navbeynkaran re ne.”

HEWLDANÊN JI BO GUHERTINA YASAYA REWŞA KESANE LI IRAQÊ MEZHEBPERESTIYÊ DISEPÎNE

Rojnameya El Ereb a Londonê cih da hewldanên guhertina Yasaya Rewşa Kesane ku ev demek e di rojeva parlamentoya Iraqê de ye. Rojnameyê diyar kir ku hewldanên guhertina Yasaya Rewşa Kesane dide nîşandan ku hêzekê dide aliyên mezhebên olî ku civaka Iraqê ji nû ve saz bikin, her wiha diyar dike ku rola dewletê bi paş dikeve.

Hate diyarkirin ku pêkanîna vê yasayê dê encamên xirab bi xwe re bîne ku parçebûna li Iraqê zêdetir bike.

Rojnameyê diyar kir ku guhertina yasayê dê mafên jin û zarokan sînordar bikin, mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin û zewaca zarokan rewa dike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Diyar e ku armanca aliyên şîe ji vê yekê ew e ku sîstemeke birêxistinkirî ya li gorî girêdana taîfî û etnîk were avakirin. Ev dê bihêle taîfe di navbera welatî û dewletê de navbeynkar bin, ji nûnertiya siyasî bigire heta bigihêje mafên girêdayî zewacê, xwedîkirina zarokan û kar û barên malbatî. Guhertina qanûna 1959’an bi forma hatiye pêşniyarkirin, dê taybetmendiyeke sazûmanî bide parçekirina Iraqê li gorî taîfeyê. Ew jî dê bi xwe re desthilateke din li kêleka desthilata dewletê ava bike. Heta radeyekê ev dişibe tiştê bi hêzên Heşdî Şebî re çêbûye; dema mijar ewlehî be, ew hêzeke paralel e.”

‘TEHRANÊ JI RÛSYAYÊ XWEST RÊZÊ JI BERJEWENDIYÊN WÊ YÊN LI KAFKASYAYÊ RE BIGIRE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bi vê sernavê cih da têkiliyên Îran-Rûsyayê û bi bîr xist ku Îranê gazî balyozê Rûsyayê kiriye û ew agahdar kiriye ku "divê rêzê ji rêgezên serdestiya nîştimanî û axên dewletên din re bê girtin". Rojnameyê ev gav, bi tevgereke dîplomatîk a "kêm caran li ser asta têkiliyên xurt ên di navbera Îranê û Rûsyayê de çêdibe" wesifand.

Li gorî rojnameyê ev gav, nîşaneyeke din e ku helwestên Rûsya û Îranê li hember rewşa Kafkasyayê cuda ye û piştî ku Moskovê ragihand ew pabendî lihevkirina vekirina korîdoran e, Îranê gazî balyozê Rûsyayê Aleksey Dedov kir.

Rojnameyê da zanîn ku Lavrov serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan rexne kiribû ku di daxuyaniyên xwe de derengxistina pêkanîna bendên lihevkirina agirbestê bi Azerbeycanê re, bi taybet vekirina "Korîdora Zengezûrê" derewandibû.

Rojnameyê axaftina Lavrov a li Tehranê şîrove kir ku Rûsya piştgiriya Bakuyê dike û nerazîbûnên Tehranê paşguh dike, nemaze ku li gorî Tehranê ev lihevkirin, bêyî beşdariya wê çêbûne û wek binpêkirina berjewendiyên aborî û tîcarî yên Îranê wesifandin.

Rojnameyê cih da analîzên hin pisporan ku Îran ditirse sînorên wê bi Ermenistanê re qut bibe û dê bi wê re Tirkiye û Azerbeycan Îranê li Kafkasyayê tengav bikin.