ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-9-2024
8 îlon 2024   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê diyar kir ku rêya çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Şêniyan got "Armanca me ya pêşîn azadiya Rêbertî ye."

Dayikên şervanên YJA-Starê xiyaneta PDK`ê ya li dijî gerîla şermezar kirin. Dayikan di heman demê de got ew bi keçên xwe yên berxwedêr serbilind in.

Siyasetmedar û rewşenbîran bang li partiyan kir ku li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe diyar bikin û li ser asta Kurdistanê stratejiyeke leşkerî û dîplomatîk a hevbeş peyda bikin û kongreya neteweyî li dar bixin.

Piştî peymana qirkirin û dagirkirinê ku navbera dewleta Tirk û Iraqê de hate îmzekirin; di 23 rojan de 15 welatî û rojnamevan hatin qetilkirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi armanca pêşxistina zanistana hunerê ya şoreşê û avakirina kadroyên wê, amadekariya vekirina Peymangeha Bilind a Hunerî ya Rojava tê kirin.  

Hevdîtina Wêjevanan a 7’emîn dê 10’ê Îlonê bi beşdariya zêdetirî 40 wêjevanan li Tebqayê dest pê bike.

Desteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê kontrolkirina depoyên dermanan û dermanxaneyan didomîne. Komîteyên desteyê di gerên xwe de 30 dermanxane muxalefe kirin û 6 jî girtin.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de di rojevên xwe de behsa agirbesta li Xeza, xeteriyên guhartina yasaya  rewşa kesane li Iraqê û têkiliyên Îranî-Rûsyayê kir.

Dibistanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş xwendekarên her sê qonaxên xwendinê (seretayî, navîn û amadehî) deriyên xwe vedikin, saet 08:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Qada Şehîd Cîhad li bajarê Amûdê meşekê li dar dixe, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo salvegera damezrandina xwe ya 7ʹemîn li hola Bistan a Reqaayê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala Şehîd Berçem di roja xwe ya sêyemîn de li bajarê Kobanê bi çalakiyên hunerî, stran û çandî dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Egîd Şedadê (Casir Ebdullah El Sultan) li goristana şehîdan oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)