Dayikên şervanên YJA-Starê berxwedana gerîla silav kir

Dayikên şervanên YJA-Starê xiyaneta PDK`ê ya li dijî gerîla şermezar kirin. Dayikan di heman demê de got ew bi keçên xwe yên berxwedêr serbilind in.

Dayikên şervanên YJA-Starê berxwedana gerîla silav kir
8 îlon 2024   04:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xeta xiyanetê û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Herî dawî PDK`ê rê li pêşiya çeteyên sûriyeyî yên dewleta Tirk a dagirker vekir ku bikevin çiyayên bajarê Amêdiyê yê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê.

Hêzên Parastina Gel (HPG) û şervanên Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) li hember vê xiyanetê, berxwedaneke mezin nîşan didin. Li kêleka wê berxwedanê li çiyayên Kurdistanê, gelê Kurdistanê di her firsendê de piştgiriya xwe bi gerîla re nîşan dide. Dayikên şervanên YJA-Starê yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin, got ew bi berxwedana keçên xwe serbilind in.

‘ÇI KESÊ ÊRIŞÎ GERÎLA BIKE AQÛBETA WÎ TUNEBÛN E’

Şêniya bi navê Sîham Bîlal ku dayika şervana YJA-Starê Vejîn e, got ew xiyaneta PDK`ê bi tundî şermezar dike û wiha axivî: "Xiyaneta PDK`ê tevahî sînor derbas kirin. Rê da çeteyên dewleta Tirk ku bikevin Başûr û êrişî gerîla bikin. Lê aqûbeta wan diyar e, her kesê êrişî gerîla bike, dê tune bibe.”

Sîhamê piştgiriya gerîla kir û got: "Em bi zarokên xwe, berxwedana wan, çalakiyên ku li dijî dagirkeriyê li dar dixin û bi dîmen û wêne belge dikin, serbilind in.”

Sîham Hec Qenber ku dayika şervaneke YJA-Starê ye jî got: "Xiyanet û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re nayê qebûlkirin."

Sîham Hec Qenber destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana keça wê li kêleka bi hezaran şervanan li çiyayên Kurdistanê bersiva gelan li hember siyasetên dagirkeriyê ye.

`PDK`Ê XIYANET LI DAYIKÊN KURD KIR`

Emîne Qenber jî ku dayika şervana YJA-Starê Rojda Cûdî ye, diyar kir ku PDK`ê xiyanet li dayikên Kurd kiriye û got dê rêya şervanên azadiyê bidomînin û piştgiriya berxwedana li ser bingeha azadiya gelan û xilaskirina wan ji dagirkeriyê dest pê kiriye, bikin.

YJA-Starê 27`ê Tîrmehê çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk li Zap, Metîna û Heftanînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê aşkera kiribûn.

(şx)

ANHA