Şêniyên Til Temirê: Armanca me ya pêşîn azadiya Rêbertî ye
Şêniyên bajarê Til Temirê diyar kir ku rêya çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Şêniyan got "Armanca me ya pêşîn azadiya Rêbertî ye."
Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn e û ji tevahiya pirsgirêkên li herêmê çareserî ye.
Menar Newaf El Qenas diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca wan a pêşîn û got: "Rêbertî rêya şoreşa me ronî kir û hişt ku em heya niha li ser pêyan bin."
El Qenas destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberr Abdullah Ocalan li dijî pîvanên mirovahiyê ne û wiha dom da axaftina xwe: "Erka me ya exlaqî ye bang li hêzên navneteweyî bikin bikin Rêbertiya me azad bikin. Rêber jiyana xwe xistiye xizmeta avakirina civakeke adilane ku tê de maf û azadiya her kesî mîsoger bin."
Tahîr Şêxmûs Elî da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo giştî civakê girîng e û got: "Azadiya Rêbertî azadiya her mirovek bindest li cîhanê ye. Rêbertî xwedî fikir û felsefeyeke ku divê li cîhanê bên belavkirin."
Elî anî ziman ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re wê zilm û gendeliya li Rojhilata Navîn û cîhanê ji holê rabin.
Alya Oglu tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku dîlgirtina Rêbertî bandor li fikirên wî yên neteweya demokratîk û jiyana hevbeş nekir. Her wiha got, gelên herêmê fikirên Rêbertî hilbijartine.
Alya Oglu diyar kir ku ramanên Rêber Ocalan li cîhanê belav bûne, bi pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dê guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêbin.
(bb)
ANHA