‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêkanîna aştiyê ye’

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê diyar kir ku gavên pratîk ên ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatine avêtin ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk pir girîng in. Rewşenbîran got divê rayedarên Tirkiyeyê gavên berbiçav biavêjin, gava yekem jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.

‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêkanîna aştiyê ye’
4 mijdar, 2025   02:35
HESEKE
CAN ILÊWÎ

Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 27`ê Sibata îsal de hatiye kirin, gavên şênber diavêje. Herî dawî jî di 26`ê Cotmehê de tevgerê hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişandin, lê heta niha ji hêla rayedarên Tirk ve tu gavên şênber nehatine avêtin.

Li ser mijarê endamên Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku gava yekem a girîng ku divê rayedarên Tirkiyeyê ji bo serkeftina pêvajoyê bavêjin, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.

Ekrem Derwîş diyar kir ku di vê qonaxê de bêyî Rêber Abdullah Ocalan aştî pêk nayê, ji ber ew Rêberê tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd bi giştî ye. Ji ber vê yekê, azadiya wî ya fîzîkî pir girîng e.

Derwîş ev lê zêde kir: "Desthilata Tirkiyeyê ti gav ber bi pêvajoya aştiyê an jî civakeke demokratîk ve neavêtiye. Gaveke yekem divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd û guhertina destûrê be da ku mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê werin misogerkirin."

Mihemed Hisên got: "Aştî her tim daxwaza hemû gelên herêmê bûye, lê dijminê faşîst hewl dide ku ji pêvajoya aştiyê bireve. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya serkeftina pêvajoyê. Baweriya me bi Rêber û tiştên ku ew ji bo gel dike heye."

Rêvebera Ofîsa Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Stêra Eyo jî da zanîn ku gavên Tevgera Azadiya Kurdistanê avêtine, wek şewitandina çekan û vekişîna hêzên gerîla ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk pir girîng in. Ev gav niyeta baş a Kurdan bi pêvajoyê nîşan didin, divê desthilata Tirkiyeyê niha gavên berbiçav bavêje, ne tenê daxuyaniyên çapemeniyê bide.

Stêrk Eyo axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û valakirina hemû girtîgehên Tirkiyeyê şertên bingehîn in.”

(k)

ANHA