Peymana Edeneyê 25 sal temam kirin

Piştî 25 salan ji îmzekirina peymana Edeneyê ya navbera Sûriye û dewleta Tirk a dagirker hîn jî bandorên xirab ên vê peymana ku guhertineke mezin di dîroka Sûriye û Rojhilata Navîn de çêkir, li herêmê dewam dikin. Rêber Abdullah Ocalan ev peyman wek komployeke navneteweyî bi nav kir.

 Peymana Edeneyê 25 sal temam kirin
19 cotmeh, 2023   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN
MISTEFA ELO

Peymana Edeneyê di navbera dewleta Tirk a dagirker û Sûriyeyê de 20'ê Cotmeha 1998'an piştî derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê (9'ê Cotmehê) li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê hat îmzekirin.

Misrê bi serokatiya Husnî Mubarek, Amerîkayê bi serokatiya Bill Clinton û Îranê peyman îmze kir. Desthilata Tirk wê demê da zanîn ku ne ji navberkariya Mubarek û Xerazî (wezîrê karên derve yê Îranê wê demê) bûya, Tirkiyeyê dê bi Sûriyeyê re şer bikira. Rêber Abdullah Ocalan ev peyman wek komployeke navneteweyî bi nav kir û bûyerên piştî peymanê ev yek piştrast kirin.

Ev peyman ji 4 beşan pêk tê ku qonaxeke nû ya komployan di navbera dewletên dagirkerên Kurdistanê de û hêzên hegemonîk ên cîhanê de li dijî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dest pê kir. Li dû xwe rastiyeke wêranker a gelê Sûriyeyê afirand.

Di peymanê de dewleta Sûriyeyê serî ji gefên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya NATO’yê re tewand û rê da wê ku bi bihaneya ew ê terorîstan bigere têkeve nav xaka Sûriyeyê, lê belê ya rast ew ji bo dijmantiya li dijî têkoşîna gelê Kurd ket nav xaka Sûriyeyê.

Li gorî bendeke peymanê, Sûriyeyê dev ji Lîwa Skenderûn berdide ku dewleta Tirk a dagirker di 1939’an de dagir kiriye. Xuya ye ku rejîma Sûriyeyê ji bo ku ji şerê bi dewleta Tirk a dagirker re xwe bide alî, qebûl kir ku dev ji hin axa Sûriyeyê berde.

Wê demê dewleta Tirk a dagirker gef li Sûriyeyê xwar, heke hikumeta Sûriyeyê Rêber Abdullah Ocalan ji axa xwe dernexe, serokê Iraqê yê wê demê Sedam Huseyn bi devkî nameyek da serokê Sûriyeyê yê wê demê Hafiz El Esed ku Iraq amade ye yekîneyên pasdarên komarê bişîne ji bo ku li rex Sûriyeyê şerê Tirkiyeyê bike heke êriş Sûriyeyê bike.  Li gorî Gerînendeyê Şubeya Îstixbaratê Amerîka di îstixbarata rejîma Partiya Baas a Iraqê de Salim El Cemîlî ji rojnameya Şerq El Ewsat re di hevpeyvînekê de axiviye û 11`ê Gulana borî de hatiye weşandin, berpirsê îstixbaratê yê Sûriyeyê yê wê demê Mihemed Mensûr wiha bersiv daye nameya Huseyn: “Serok Hafiz El Esed, spasiya fermandariya Iraqê dike. Lê Sûriye ne amade ye bi Tirkiyeyê re şer bike heta ku beşeke axa wê dagir bike. Heke wisa bibe dê Sûriye li NY`yê giliya Tirkiyeyê bike.”

DAGIRKERIYA ÇANDÎ Û ABORÎ LI SÛRIYEYÊ

Piştî Peymana Edeneyê serokê dewketa Tirk a dagirker ê wê demê Nejdat Sezar di sala 2000 û 2004'an de serdana Sûriyeyê kir û bi dehan peyman û protokol bi Sûriyeyê re îmze kirin ku dewleta Tirk a dagirker karîbû bi rêya wan dest li aboriya Sûriyeyê werde.

Sûkên Sûriyeyê bi kelûpelên tirkî li ser hesabê berhemên xwecih ên Sûriyeyî tijî bûn û li hember wê şênî nerazî bûn, her wiha Îran jî ku dixwest di aliyê aborî û çandî de Sûriyeyê dagir bike, nerazî bû.

Her wiha di aliyê çandî de jî zimanê tirkî ket nav dersên zanîngehên Heleb û Şamê hate dayîn, li kêleka wê jî dramaya tirkî bi awayekî mezin li kanalên erebî û sûriyeyî hatin pêşandan û nirx û propagandeya têgehên biyanî yên dûrî civaka sûriyeyî kir.

Piştî destpêkirina Bihara Gelan li welatên Rojhilata Navîn û piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê bi demekê, dewleta Tirk dest bi guhertina rêzefîlmên xwe yên ji bo zimanên erebî hatine wergerkirin, kir. Êdî propagandaya serdema osmaniyan dike, herî balkêş rêzefîlmê “Qiyameta Ertaxel” bû ku sala 2014`an de dest bi weşandina wê hate kirin.

PIŞTÎ KIRÎZA SÛRIYEYÊ

Piştî kirîza Sûriyeyê di Adara 2011'an de, dewleta Tirk a dagirker çavnebariyên xwe yên dagirkirinê, diyar kirin û komên xwe yên çete şandin Sûriyeyê da ku xaka Sûriyeyê dagir bikin.

Piştî ku çete di pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker bi bin ketin, dewleta Tirk a dagirker rasterast dest li Sûriyeyê werda. Bi rêya deriyê sînor ê Cerablusê di 24`ê Tebaxa 2016`an, bajar dagir kir. Piştî bikeftina DAIŞ`ê li Minbicê bi çend rojan, Tirkiye dagirkirina xwe domand û sala 2018`an Efrîn dagir kir. sala 2019`an Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab û bakurê Idlibê dagir kirin.

EDENEYA SERERASTKIRÎ

Di 2019'an de Rûsyayê peymana Edeneyê wek deriyekî ji bo normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewketa Tirk a dagirker de bi kar anî. Hate gotin hin guhertin di peymanê de çêbûye ku li gor wê Enqere dikare heta 30 kîlometreyan bikeve nav axa Sûriyeyê

Zextên Rûsyayê li ser hikumeta Şamê bê encam man. Tevî wê jî dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişan kir lê vê carê bi kûrahiya 70`ê kîlometreyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê dîsa jî deng bi hikumeta Şamê neket. Ev bêdengî heta niha berdewam e.

BÛYERÊN GIRÎNG PIŞTÎ PEYMANA EDENEYÊ

Li ser asta Rojhilata Navîn peymana Edeneyê destpêka gelek guhertinan bû. Di 2001'an de Amerîkayê Efganistan û di 2003'yan de jî Iraq dagir kir.

Di 2004'an de serokwezîrê Lubnanê Refîq El Herîrî hat qetilkirin û piştre Meclisa Ewlekariyê biryarek da ku pê, Sûriye neçar kir hêzên xwe ji Lubnanê vekişîne û di Nîsana heman salê de ev biryar kete meriyetê.

Di sala 2011'an de NATO dest li Lîbyayê werda, rejîma Muemer El Qezafî hilweşand. Ev yek di 20'ê Cotmeha heman salê de anku di heman dîroka îmzekirina peymanê de rû da.

Her wiha di 11'ê Sibata 2011'an de rejîma Husnî Mubarek a li Misrê û ya Zên Abidîn Bin Elî ya li Tûnisê di heman salê de hat hilweşandin.

(mh/şx)

ANHA