Peymana agirbestê ya li Lubnanê mijara rojnameyên erebî ye

Çavdêr û şîrovekar dibêjin eger siyaseteke nû ku gefên Îranê li herêmê bê bandor dike pêk neyê, ne pêkan e aştiyeke mayînde di navbera Îsraîl û Filistînê de çêbe. Her wiha çavkaniyan ragihand ku amadekariyên agirbesteke 60 rojî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de tên kirin.

Peymana agirbestê ya li Lubnanê mijara rojnameyên erebî ye
26 mijdar, 2024   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa “aştiya” di navbera Îsraîl û Filistînê de û agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê de kir.

‘BÊYÎ SIYASETEKE NÛ YA BÊBANDORKIRINA GEFÊN ÎRANÊ, DI NAVBERA ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ DE AŞTIYEKE MAYÎNDE ÇÊNABE’

Rojnameya El Ereb a Londonê di nûçeyeke xwe ya îro de li ser zimanê lêkolîneran nivîsî ku eger siyaseteke nû ku gefên Îranê yên li herêmê bê bandor dike pêk neyê, ne pêkan e ku aştiyeke mayînde di navbera Îsraîl û Filistînê de çêbe.

Sir John Jenkins ê ji Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, di raporekê de ku ji hêla Enstîtuya Chatham House ve hatiye weşandin, dibêje dibe ku hin kes bifikirin ku şerê Xezayê hemû tenê ji bo Filistînê bû. Lê bûyerên dramatîk nîşan didin ku şer di rastiyê de li ser Îranê bû.

Rastiya biêş ew e ku tenê bi agirbestekê yan dan û standinên bi desthilata Filistînê yan Rêxistina Rizgariya Filistînê re, lihevkirin nayê pêkanîn.

Li gorî rojnameyê, ev yek dê pêk bê; eger Hemas, her wiha Hizbullah, êdî ji bo Îsraîlê nebe xetereyeke mezin. Ji ber ku Îran êdî ew hêza wê nema ku li hember derketina sîstemeke herêmî ya nû bibe asteng.

‘LUBNAN Û ÎSRAÎL NÊZÎ AGIRBESTÊ DIBIN’

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser zimanê çavkaniyên xwe diyar kir ku Amerîka û Fransa amadekariya ragihandina agirbesteke 60 rojan a di navbera Lubnan û Îsraîlê de dikin. Li gorî wê "Destpêkê yekser dê endamên Hizbullahê û çekên wan ji devera di navbera Xeta Şîn û Çemê Lîtanî de vekişin. Beramberî wê Îsraîl dê ji deverên ku ji destpêka şerê li dijî Lubnanê de dagir kirine, vekişe. Daxuyaniya agirbestê dê li ser bingeha biryara 1701’an be.”

Dema ragihandina agirbestê hîna ne diyar e.

(k)