Weqfa Jin a Azad: Dagirkerî tundiya herî mezin e

Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê dagirkerî bi tundiya herî mezin a li dijî jin û zarokan pênase kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jinên pêşeng dixwaze îradeya jinan bişikîne.

Weqfa Jin a Azad: Dagirkerî tundiya herî mezin e
26 mijdar, 2024   11:19
QAMIŞLO

Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê (W.J.A.S) ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo da.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê ya bajarê Qamişlo Medya Elî ve hat xwendin.

Medya Elî diyar kir ku di şer û pevçûnan de yên ku herî zêde tundî li dijî wan tê kirin dibînin jin û zarok in. Medya Elî cureyên tundiyê destnîşan kirin û dagirkerî bi tundiya herî mezin a li ser jin û zarokan e pênase kir.

Medya Elî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser binesaziya herêmê dixwaze gel birçî bike û wê neçarî koçberiyê bike. Ev êriş sûcên şer e, tirsa dewleta Tirk a dagirker ji şoreşa azadiyê ya ku bi pêşengiya jinan li vir hatiye destpêkirin heye. Lewra bi êrişan dixwaze îradeya jinên têkoşer têk bibe.”

Medya Elî li dijî hişmendî û sîstema desthilatdar a baviksalar banga têkoşîneke cîhanî ya hevpar kir. Her wiha bang li rêxistinên mirovahî, hiqûqî yên girêdayî bi mafê jin û zarokan kir ku rê li ber kiriyarên dermirovî û derexlaqî re bigirin.

(sb/bb)

ANHA