Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê sardana partiyên siyasî didomîne. Partiyan diyar kirin ku ew amadene tişta ji wan tê xwestin pêk bînin.

Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
Peyamên partiyên siyasî: Em amadene tişta tê xwistin bikin
19 gulan 2024   15:47
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, serdanên partiyên siyasî ku di çarçoveya pêngava, “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 14`ê Gulanê dabûn destpêkirin, didomîne. 

Berdevkê înîsiyatîfê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Fûad Çolî û Nuha Omer, îro jî çûn sardana Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyeyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, El-Heya El-Weteniya El-Erebiya û Partiya Komunîst a Kurdistanê.

PARTIYA NÛJEN: XETA ME YA SOR E

Serdanên înîsiyatîfa yên roja 5’an bi serdana Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyeyê destpê kir. Midûrê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Nûjen Lorens El Cerba û Rêvebera Partiyê Heyfa Mehmûd endamên înîsiyatîfê pêşwazî kirin. Lorens El Cerba di serdanê de axivî û diyar kir ku ew bi fikra Rêber Abdullah Ocalan bawerin û got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em gelek caran tevlî çalakiyan bûne û ketine greva birçîbûnê. Mijara Rêber Abdullah Ocalan li cem me xeta sor e.”

Heyfa Mehmûd jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî navneteweyî ye, felsefeya wî dê bibe çareseriya pêşeroja gelan û wiha dom kir: “Em di nava partiya xwe de bi hemû derfetên xwe daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tînin ziman.

PARTIYA BIRATÎ: BILA PARTIYÊN DERVEYÎ WELAT BIKEVIN NAVA TEVGERÊ

Endamên înîsiyatîfê piştre çûn serdana Partiya Biratî ya Kurdistanê. Di rûniştinê de Sekreterê Partiyê Ednan Kîlo axivî û destnîşan kir çi xebat ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji wan bê xwestin ew amadene û ev pêşinyar kir: “Nûner û partiyên siyasî yên ku li derveyî welat kar dikin bila ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan, xwe bigihînin aliyên peywendîdar.”

‘EM Ê HER TIM DESTEKÊ BIDIN’

Endamên Înîsiyatîf dûvre serdana El-Heya El-Weteniya El-Erebiya kir. Serokê partiya El-Heya El-Erebiye Mihemed Binyan di serdanê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin binpêkirina mafê mirovan e û wiha dom kir: “Di cîhanê de tecrîdek wiha nehatiye dîtin. Hêzên komploger ji ber fikra Rêber Abdullah Ocalan a bandorker vê tecrîdê didomînin. Em ê her tim piştgiriyê bidin têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”

Paşê endamên înîsiyatîfê herî dawî jî çûn sardana Partiya Komunîst a Kurdistanî.  Sekreterê Partiyê Necmedîn Mele Omer endamên înîsiyatîfê pêşwazî kirin û da zanîn ku destekdayîna têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan erkeke mirovî û neteweyî ye, lewam çi ji wan bê xwestin ew amade ne.”

Serdanên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê wê sibe jî dewam bikin.

(sb/a)

ANHA