QSD: Serçeteyek hat kuştin, 2 çete hatin girtin

QSD’ê li gundewarê Dêrazorê 2 operasyon pêk anîn. Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin û 2 çeteyên din hatin girtin.

QSD: Serçeteyek hat kuştin, 2 çete hatin girtin
19 gulan 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya xebatên hêzên me de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi tevlêbûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, pêncşem û înê 2 operasyonên ewlehiyê li gundewarê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê li dar xistin.

Di operasyona yekemîn  ku piştî komkirina agahiyên îstixbaratî hate kirin de, YAT`ê li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê bi ser cihê çeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Emced Hesen (Ebî Zeyneb), xwe lê vedişart girt.

YAT`ê cihê Emced Hesen dorpêç dike û bang li wî kir ku xwe radest bike. Lê wî red dike û gule li şervanan barand. Li ser vê yekê yekîneyên me bersiv dan û şer derket. Di encamê de hate kuştin.

Çeteyê hatî kuştin, berpirsê êrişa terorîst a li dijî nuqteyeke me ya leşkerî ya li bajarokê Şihîl e ku 10`ê Gulanê pêk hatiye û di encamê de 3 şervanên me şehîd bibûn.

Hêzên me 17`ê Gulanê, li çolistana bajarokê Deşîşe yê rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê operasyonek li dar xist. Yekîneyên me di wê operasyonê de 2 terorîst girtin û strageha şaneyê rûxand, çek, cebilxane û telefonên berîkan ên şaneyê desteser kirin.

Çeteyên hatine girtin, li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi çeteyê kuştin Emced Hesen re hene û bi hev re kar dikirin û çûn û hatina çeteyan di navbera Sûriye û Iraqê de hêsan dikirin.

Em piştrast dikin ku dê li pey wan şaneyan bikin û darbên giran li wan bidin. Ji bo ku jiyana sivîlên li herêmê nexin xetereyê û ewlehiya li herêmê têk nebin.

Çek û amûrên ku hêzên me desteser kirine ev in:

1 kilaşînkov

1 damançe

2 cercûrên demançeyan

2 bombeyên destan

1 dûrbîna şevê

1 dûrbîna sekvaniyê

1 raweter (WIFI)

5 telefonên berîkan û gelek cebilxane

Miqdareke teqemenî "

 (şx)