Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn

Li Bendava Tişrînê berxwedana gel bi biryardariyeke mezin dikeve meha xwe ya syemîn. Heya niha zêdetirî deh hezar welatiyên ji tevahî pêkhateyan nobeta parastina bendavê girtiye. Gel parastina bendavê wek erkeke nîştimanî dibîne.

Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
Berxwedana li Tişrînê dikeve meha xwe ya sêyemîn
8 adar, 2025   07:50
BENDAVA TIŞRÎN
SARIYA ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8`ê Kanûna 2024’an ve êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir kirine. Di encama êrişan de ku balafirên şer, yên bêmirov ên biçek, obîs, moşek û tank û hawan tê de têne bikaranîn, zirarên mezin gihaştin bendavê. Dewamkirina êrişan jî metirsiyên hilweşîna bendavê û rûdana karaseteke mirovî û jîngehî çêdike. Lewra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo parastina bendava ji hilweşîne û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, ji 8’ê Çileyê ve nobeta parastina bendavê digire. Heya niha ji kantona Firatê 5 karwan, ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 4 karwan û ji kantona Cizîrê jî 12 karwanên gel nobeta parastina bendavê dewr girtiye.

25 ŞEHÎD, ZÊDETIRÎ 240 BIRÎNDAR

Dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li dijî gel ê ji bo nobetê diçû Bendava Tişrînê kirin. Di encama komkujiyan de 25 şênî şehîd bûne û zêdetirî 240 jî birîndar bûn.

8’ê Çileya îsal dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlan ê ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû, bombebaran kir. Di encamê de Zozan Hemo, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed El Şihab El Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesan, Mistefa Ebdî, Osman Îbrahîm, Elî Ebas Şaşo şehîd bûn.

15’ê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li nobedarên bendavê barandin. Di encamê de xebatkarê tenduristiyê Omer Hesen, Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Mistefa Elî, Osman Îbrahîm û xwendekara bi navê Ronîza Mihemed Elî şehîd bûn.

Di bombebarana 16’ê Çileyê ya li dijî karwanê sivîlan ê diçû bendavê de şêniyê bi navê Mihemed Qamso şehîd bû.

17’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker careke din karwanê gel ê diçû bendavê bombebebaran kir. Di bombebaranê de xebatkarên tenduristiyê yên bi navên Mahir Cafer Mihêmîd û Mihemed Hiso şehîd bûn.

Di bombebarana roja 18’ê Çileyê ya li dijî nobedarên bendavê de, şêniyên bi navên Ekrem Şêx Hisên Rexo, sporvan Kêfo Osman, hevseroka Nivîsgeha Qamişloyê ya PYD’ê Menîce Heyder, endamên Meclisa Bajarê Qamişloyê Muzefer Remedan, Mihemed Ebdulqadir Îbrahîm û şanoger Bavê Teyar (Cuma Îbrahîm Xelîl) şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Çileyê careke din li nobedarên Bendava Tişrînê da. Di encamê de jina bi navê Hezna Ebdî û şêniyê bi navê Mihyedîn Hisên Omer şehîd bûn.

22’yê Çileyê nobedarên parastina Bendavê careke din hatin hedefkirin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Şefîq Îsmaîl şehîd bû.

25’ê Çileyê dewleta dagirker li çalakgerên bendavê da û ciwanê bi navê Mihemed Xelîl Hemo qetil kir.

26’ê Çileyê di saetên nîvro de balafireke bêmirov a biçek a dewleta dagirker bombe li nobedaran barandin, di encamê de zêdetirî 34 kes birîndar bûn.

15’ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafireke bêmirov êrişî nobedarên bendavê kir. Di encamê de rojnamevan Egîd Roj ê ku berxwedana gel dişopand, şehîd bû.

Di êrişên li ser nobedarên bendavê de, 7 jê rojnamevan, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî û cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî di nav de, zêdetirî 240 kes birîndar bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku 2 meh e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina av û erdê xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobeta Bendava Tişrîn digire û got: "Parastina bendavê erkeke ku ji her kesî tê xwestin.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa yê beşdarî berxwedana bendavê bûye jî bi bîr xist ku dema karwanê sêyem diçû bendavê, bûyereke gelek biêş qewimî û got: "Dema em gihaştin bendavê dewleta Tirk a dagirker du caran bi dronan êrişî me kir, di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn."

Gêlo Îsa anî ziman berxwedana li bendavê bi gotinan nayê wesifandin û wiha got: "Ev berxwedan dîrokî ye, dê mohra xwe li dîrokê bihêle. Heya bidestxistina serkeftinê dê berxwedan bidome."

(bb)