Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin

Siyasetmedar û rewşenbîrên Helebê di panelekê de peyama ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreya 12’emîn a PKK’ê kiriye, nîqaş kir.

Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
Peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê hat nîqaşkirin
2 tîrmeh, 2025   18:15
HELEB

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ji bo nîqaşkirina peyama ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreya PKK’ê kiriye, panelek li dar xist. Di panelê de siyasetmedar, rewşenbîr û endamên malbendê amade bûn.

Panel li navenda malbendê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, bi beşdariya nêzî 15 siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên ji civaka sivîl amade bû.

Di destpêka panelê de hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê, pêwîstiya pêkanîna guhertinê li gorî rewşa heyî di ber çavan re girtiye.

Bîrhat anî ziman ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa ku PKK’ê bi dirêjahiya 50 salî daye destpêkirin berdewam dike. Ji ber Rêber Apo zemînek ji partiyê re danî ku xwe bi bûyer û qonaxên bê re, bi rêya pradîgmaya her tim tê nûkirin, adapte bike.

Piştî wê endama malbendê Şêrîn Şêxo peyama ku Rêber Abdullah Ocalan ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re, pêşkêş kiriye, xwend.

Beşdaran nêrînên xwe der barê peyamê de parve kirin. Ji wan nêrînan hinên girîng hatin şopandin û wiha ne:

‛SIYASETA TIRKIYEYÊ YA RENGERENG’

Rêveberê Komîteya Perwerdê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo di axaftina xwe de diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk hatin guhertin, lê ne xwedî pransîbekî sabit e. Şêxo ew siyaset bi renereng, weke siyasetên spî yên ku bi avakirina komara Tirkiyeyê re dest pê kirine û siyasetên reş ên ku bi damezrandina MHP’ê derketine pêş û siyasetên kesk ên ku Arbakan dest pê kirine û Erdogan jî berdewam kirine, wesif kirin.

Şêxo da zanîn ku ruxmî cudahiya her sê siyasetan, lê hemûyan li ser pêwîstiya qirkirina Kurdan ji dêvla dîtina çareyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re, li hevk ir. Ew jî bû sedem ku bêîstîqrariya li herêmê dirêj bibe.

XALA PARÇEBÛNÊ YA NEYÊNÎ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Remzî Şêxmûs jî got ku ew bi vîzyona Rêber Abdullah a ji bo federalîzmê li başûrê Kurdistanê re ne. Ji ber ku qebûlkirina Tirkiyeyê ya damezrandina wê, bi şertî ew tev li tesfiyekirina tevgerên rizgariyê yên şoreşgerî bibe.

Ev nîqaş wê du sibe jî dewam bikin û piştre encamnameyek were dayîn.

(fr)

ANHA