Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome

Sed zarok beşdarî Pêşbirka Nivîskarên Siberojê ya 5`emîn bûne. Pêşbirk îro di qonaxa xwe ya 2`yemîn de dewam dike.

Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome
Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome
Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome
Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome
Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome
Pêşbirka Nivîskarên Siberojê di qonaxa 2`yemîn de didome
5 tebax, 2025   12:24
QAMIŞLO

Pêşbirka Nivîskarên Siberojê ya ku ji aliyê Desteya Çandê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû lidarxistin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê ku di 20`ê Tîrmeha 2025`an de dest pê kiribû, dewam dike. Pêşbirk bi zimanên kurdî, erebî û suryanî ye.

Zêdetirî 100 zarok tev li pêşbirkê bûne ku ji bajarên Rimêlan, Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê û Hesekê yên kantona Cizîrê ne.

Di qonaxa yekemîn de komîteyê çîrok li zarokan belav kirin, ji zarokan hat xwestin ku naveroka çîrokê bidin û wekî ku fêm kirine behsa wê bikin. Di vê qonaxê de divê girîngiyê bidin reng û wêneyên di çîrokê de.

Di qonaxa 2'yemîn de zarok dê kurteyên çîrokan binivîsin û ji aliyê komîteya pispor ve bên nirxandin.

Di qonaxa 3'yemîn de hemû zarokên beşdar dê li cihekî kom bibin û çîrokan binivîsin û li pêşiya komîteyê bixwînin.

Di dawiyê de dê 18 zarokên serkeftî bên xelatkirin ku 6 ji wan Ereb, 6 Kurd û 6 Suryan bin.

(re)

ANHA