Li wargeha Mexmûrê liv û tevgera leşkerî

Şandeyek leşkerî danê siharê serdana wargeha Mexmûrê kir, li derdor û ser wargehê jî liv û tevgerek leşkerî û helîkopteran heye.

Li wargeha Mexmûrê liv û tevgera leşkerî
5 tebax, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê danê siharê şandeyek leşkerî ku pê re gelek wesayîtên leşkerî hene û girêdayî Bexdayê ye, serdana wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kiriye.

Şande di van kêliyan de li wargehê bi bi nûnerên wargehê re di civînê dene.

Lê gorî agahiyan bi şandeyê re tevgerek zêde ya leşkerî jî derdora wargehê heye, her wiha li ser wargehê jî helîkopterên leşkerî digerin.

Der barê sedema serdana şandeyê de agahî nehatin standin û hîn civîn dewam dike.