Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket

Bi beşdarbûna 35 siwareyan, Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket.

Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket
24 mijdar 2023   18:02
REQA

Bi çavdêriya Meclisa Werzîşê ya Reqayê û bi beşdarbûna 35 siwareyan Pêşbirka Hespan a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxist.

Pêşbirk li bajarê Reqayê bi amadebûna nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê û xelkê herêmê hat lidarxistin.

Pêşbirk li gorî 5 geran hate lidarxistin. Gera yekemîn hezar û 600 mître, ya duyemîn hezar mître, ya sêyemîn 2 hezar  mître û ya çaremîn 3 hezar mître bi rêve çû.

Di gera yekemîn a hezar û 600 mîtreyê de, Zîbe El Fedlî yê ji Reqayê bû yekemîn û Esed El Cizîrê bû duyemîn.

Di gera duyemîn a hezar mîtreyî de  Şam El Hadî yê ji Reqayê bû yekemîn û Seqir El Şedîd ê ji Dêrazorê bû duyemîn. Di gera sêyemîn  a 2 hezar mîtreyê de Gernas El Hadî yê ji Reqayê di asta yekemîn de bi ser ket û Emîr El Neîmî yê ji Reqayê di asta duyemîn de bi ser ketin.  Her wiha di gera hezar û 200 mîtreyî de, Esed El Bedran ê ji Hesekê bû yekem û Sultan Kobanê yê ji Kobanê bû duyem. Di gera 3 hezar mîtreyan de Necim El Teysîr ê ji Reqayê bû yekemîn û Sultan El Efat ê ji Tebqayê bû duyemîn.

Di dawiya pêşbirkê de Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Werzîşê ya Reqayê siwareyên serketî xelat kirin.

(bb)