Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist

Heyva Sor a Kurd bi amadebûna 200 delgeyên xwe yên ji 44 navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konfransa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurd konferansa xwe li dar xist
24 mijdar 2023   20:20
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd 3`yemîn konfransa xwe bi amadebûna 200 delegeyî ji 44 navendên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma “Bi Hêvî û Hevkarî ji bo Avakirina Pêşerojeke bi ronî” li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Nûnerên Kongra Star, Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdar bûn. Li hola konfransê wêneyên xebatkarên tenduristiyê yên şehîd hatibûn daliqandin.

Destpêkê senvîzyonek derbarê danasîn û xebatên du salan ên Heyva Sor a Kurd hat pêşandan. Hat diyarkirin ku di heyama 2 salan de Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkarî gihandiye mîlyonek û 841 hezar kesî û perwerdeyên zanista tenduristiyê daye 750 hezar kesî.

Hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed axaftinek kir û diyar kir ku tevî hemû êrişan li herêmê û Rojhilata Navîn lidarxistina konferanseke bi wate û nirx e û got: ′′Kadroyên Heyva Sor a Kurd li kêlek şervanan fedakariyeke mezin dike, di warê zirarê ji êriş û erdhejê jî li gel xwedî derdikeve.”

Rûken Ehmed bal kişand ser pêvajoya destpêkê ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û ev nirxandin kir ′′Ji 2011`an ve xeta sêyemîn a ji bo gelan hat bijartin. Îro şerê navbera Filistîn û Îsraîlê ji ber netew-dewletê tê, ew ê ti carî hêviyên gelan pêkneynin ji ber ew rê aloziyê zêdetir dike. Xeta sêyemîn bi gelan re ye û çareseriyê pêk tîne. Rêber Apo di parêznameyê xwe de gotiye sedsala 21`an a gelan e, çareseriya van pirsgirêkan divê di avakirina civakeke tendirust de be, tenê bi dermankirina nexweşan çareserî nabe, pêwîst e civak têkeve zanista hebûna xwe. Rêber Apo dibêje `Parastin radestî netew-dewletê nabe` Şengal jî mînaka vê yekê ye di bin destê dewletan de komkujî bi ser serê wan de hatin, niha bi rêveberiya xwe parastina xwe dike.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed kadroyên ku di qada tenduristiyê de şehîd bûne bibîranîn û wiha got: “Ji dema damezrandina Heyva Sor a Kurd ve di 2012`an de heta îro xebateke bi nirx di qada Şoreşa Jin de dimeşîne. Hevya Sor a Kurd ne tenê wekî saziyeke alîkariyê ye, lê  pêşengtiya wê ber bi çav bû, xebateke girîn û bi rûmet pêk tîne, civak jî bi çaveke mezin lê dinere.”

Li ser navê Rêxistina (un ponte per) ya Îtalî (UPP) Weqas Şêx jî axivî û got: “7 sal in em bi Heyva Sor a Kurd re dixebitin ku bandoreke baş li me kir. Em ê ji bo gel û Rojava her bi Heyva Sor a Kurd hevkar bin.”

Piştî hilbijartina endamên dîwana konferansê, rapora giştî û ya Komîtey Jin a Heyva Sor a Kurd a (2022 û 2023) hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin. Delegeyên amade pêşinyarên xwe anîn ziman. Ji pêşniyarên hatine kirine, navendên dermankirina kesên madeyên hişbirê bi kar tînin, werin vekirin, ji bo wergertina alîkeriyan ji derve, bi bazirgan û rêxistinên hundirîn re têkilî bên avakirin, alîkariya malbatên şehîdan were kirin, tiba xwezayî were pêşxistin, kilînkên gerok werin zêdekirin, perwerdeyên rewşa awarte û pêşxistina hişmendiya civakî werin zêdekirin. Hin pêşniyar wekî biryar hatin girtin û stratêjiya karê 2 salan nîqaş kirin; mîna zêdekirina kilînkên gerok, pêkanîna pergala parastina sivîl, zêdekirina projeyên jinan û xalên tenduristiyê li herêmê.

Di konfransê de endamên Heyva Sor a Kurd behsa têkilî, proje, rêxistinên ku pê re bûne alîkar û dibin alîkar, kirin. Hat diyarkirin ku wan bi dermanxaneyan dest pê kir, bi fedakarî di navendan de kar dikin. Her wiha hate destnîşankirin ku di 2015`an têkiliyên Hevya Sor a Kurd bi qada navneteweyî re xurt bû û  di 2017`an li hemû herêm û kampan alîkarî pêşkêş kir û heta niha pêşkêş dike.

Piştre rêziknameya Heyva Sor a Kurd hat xwendin û nîqaş li ser çêbûn. Li gorî wê hin guhertin pêk hatin. Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin û Dilgeş Îsa û Xedîce Mûsa bûn hevserokên nû yên Heyva Sor a Kurd.

Heyva Sor a Kurd di 12`ê Kanûna 2012`an ve hatiye damezrandin. Li gorî rêzknameyê; ′′ew rêxistineke mirovî û ne qezencî ye, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye naskirin. Li ser nirx û zagonên naventeweyî ya tevgera Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî kar dike, alîkariyê dide kesên hewcedar di rewşên şer, penaberî, karîsetên xwezayî û rewşên awart de kar dike.′′

Konfransa duyemîn a Heyva Sor a Kurd di 2021`an de hatibû lidarxistin.

(sb)

ANHA