‘Pêşangeha Şêwekariyê ji bo hemû hunermendên Sûriyeyê derfeteke bêhempa bû’

Şêwekarên tev li Pêşangeha 9ˊemîn a Şêwekariyê bûbûn, diyar kir ku pêşangehê ji hunermendên Sûriyeyê re derfeteke bêhempa çêkir da ku nêrînên berfireh bikin.

‘Pêşangeha Şêwekariyê ji bo hemû hunermendên Sûriyeyê derfeteke bêhempa bû’
27 tebax 2024   09:30
REQA
ENES MIHEMED

Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 24'ê Tebaxê de Pêşangeha 9ˊemîn a Şêwekariyê bi dirûşma "Li ser ritma rengên Sûriyeyê" li dar xistibû. Di pêşangehê de 80 şêwekarên ji Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûbûn.

Pêşangehê 3 rojan li Hola El Erd El Seîde ya li Reqayê dom kir.

Şêwekarên beşdar, kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya pêşangehê anîn ser ziman.

Endamê Yekitiya Hunermendan a bajarê Laziqiyê Muhened Elaedîn ji ajansa me re got: "Em ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin vexwendin ku beşdarî pêşangehê bibin. Me xwest ne tenê bi tablo û berhemên xwe, her wiha bi ruhê xwe beşdarî pêşangehê bibin."

Elaedîn diyar kir ku beşdariya wan di pêşangehê de ji tevahiya cîhanê re nîşan dide ku gelê Sûriyeyê yek e û kes nikare wî ji hev bixe.

Şêwekar û koçbera ji kantona Efrînê ku li Helebê dimîne Nesrîn Elo got: "Hevdîtina me ya bi hunermendên seranserî xaka Sûriyeyê re nêrîna me ya di qada hunerê de berfireh kir. Ev jî dihêle em hunerê bi pêş bixin."

Şêwekara ji Laziqiyê Rena Osman pêşangeh wek “keskesoreke hevseng” nirxand û wiha got: "Di vê pêşangehê de hunermend ji tevahî bajarên Sûriyeyê beşdar bûn. Vê yekê jî derfet ji min re vekir ku ez beşdar bibim."

Rena Osman diyar kir ku tecrubeya wê ya beşdariya di pêşangehê de nirxeke mezin daye arşîva wê.

(mh)

ANHA