Bi girseyî serdana şîna Gulîstan Tara hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Gulistan Tara ya di êrîşa Tirkiyeyê de hate qetilkirin, hate kirin.

Bi girseyî serdana şîna Gulîstan Tara hat kirin
26 tebax, 2024   23:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Şîna ku ji bo Tara li Taxa Kultur a bajarê Êlihê ya bakurê kurdstanê hatiye danîn di roja dawî de bi girseyî hate ziyaretkirin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Odûncû, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyê, rêveberên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gel serdana şînê kirin.

Birayê Gulistan Tara, Hevserokê DEM Partî yê Êlihê Mustafa Mesut Tetîk di şînê de axivî û got: “Hatina gel û partiya me ya şînê hêzê dide me. Êşa me sivik dike. Em ê ti carê xiyaneta PDK’ê ji bîr nekin.”